NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora ku ji aliyê Saziya Lêkolînê ya IHSê ve ku navenda wê li Amerîkayê ye hate amadekirin, rêxistina DAIŞê ji sala 2014an heta niha 71 caran çekên kimyewî li Iraqê û Sûriyeyê bikar anîne.
Li gorî rapora Saziya Lêkolînê ya IHS'ê rêxistina DAIŞê ji sala 2014an vir ve herî kêm 52 car li Sûriyeyê û Iraqê, tenê li Mûsilê jî 14 car çekên kimyewî bikar anîtine. IHSê destnîşan kir ku îxtîmala mezin ew e ku terorîstan bi xaza klor û hardalê êrişî bajaran kirine, îxtîmala biçûk ew e jî bi çêkên ku madeyên radyoaktîfê di nav de êriş kiribin. Ji aliyê din ve analîstên ku rapor amadekirin, eşkere kirin ku bi îhtîmaleke mezin terorîstan çeken kimyewî li hemberî sivîlan an jî artêşê bikar anîne.