Akademiya Kuçeyê: Em ê bi 'Na'yê welatê xwe bistînin

ENQERE - Akademisyenên piştî hatin îxrackirin û bi dirûşmeya "perwerdehî tenê ne bi avahiyan e" daketin kuçeyan wiha gotin: "Eger 'Na' derkeve, em ê tenê ne kampusên xwe, welatê xwe jî bistînin."

Akademisyenên bi KHK'yan hatin îxrackirin, bi dirûşmeya "perwerdehî tenê ne bi avahiyan e" daketin kuçeyan û dest bi dersdayînê kirin. Li gel sar û seqemê jî, 6 hefte ye ku akademîsyen li parkan û nav taxan dersan didin. Akademisyenên Kuçeyê jî diyar kirin ku ew têkildarî referandûmê amadekariyên "Na"yê dikin.

‘TENÊ NE KAMPUS, EM Ê WELATÊ XWE JÎ BI DEST BIXIN'

Akademisyen Yasin Durak ê ji dîhaberê re axivî, li Zanîngeha Nîgdeyê Peywirdarê Lêkolînê bû û hat îxrackirin. Durak, ragihand ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Tu argumaneke 'Erê' tune ye. Bi tirsê 'Erê' tê gotin. Em wisa difikirin ku dê 'Na' derkeve. Heke 'Na' derkeve tenê ne kampus, em ê welatê xwe jî dubare bi dest bixin."

'EM LI DOR 'NA'YÊ BICIVIN'

Sevilay Çelenk a ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin jî, dest nîşan kir ku ew di serdema xwe ya herî berhemdar de ji peywirê hatiye dûrxistin. Çelenk wiha axivî: "Akademiya Kuçeyê qenalek ji me re vekir. Em hem bi xwendekaran hem jî bi kesên ruhekî wan ê xwendekariyê heye re tên gel hev. Ev derfeteke zaf baş e, lê dîsa jî ji bo em dibistanên xwe bi dest bixin em ê bitêkoşin. Ji bo vê jî em dibêjin 'Na'. Em bang li her kesî dikin da li dor 'Na'yê bibin bicivin."

'EM YEKZILAMÎ NAXWAZIN'

Esra Dagbagci ya ji Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin jî, bang kir ku divê hemû derdorên muxalif li dor "Na"yê bicivin. Yasemin Ozgun a ji Zanîngeha Osman Gazi ya Eskîşehîrê hat îxrackirin jî wiha got: "Em ê di referandûmê de bibêjin 'Na'. Ji bo 'Na'yê bi hezaran sedemên me hene. Sedema herî bingehîn jî ew e ku em rêveberiya yekzilamî, dîktatoriyê naxwazin."