EDÎRNE - Kurdên di dema serîhildanên Agirî û Dersimê de sirgûnî gundê Çataltepe yê girêdayî navçeya Enez a Edîrneyê hatin kirin, bi salan e bi çand û kevneşopiya xwe dijîn. Gundiyan diyar kirin ku ji bo dawî li zilma li ser kurd bê, dê bibêjin "Na".
Piştî serîhildanên Agirî û Dersimê bi hezaran kurd ji warên xwe hatin koçberkirin. Ji vana hin jê li bajarên hawirdorê, hin jê j, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Kurdên li gundê Çataltepe yê navçeya Enezê ya Edîrneyê dijîn, tenê hin ji van kurdan e. Kurdên piştî Serîhildana Agiriyê ji Qers, Muş, Îdir û Agiriyê hatin sirgûnkirin, destpêkê dixwazin wan li navçeya Enezê ya sînorê wê bi Yûnanîstanê re heye û Çemê Merîçê tê re derbas dibe, bên bicihkirin. Lê belê ji ber zilm û tirsa salên sirgûnê, kurd difikirin ku ji bo wan di wî çemî de bixeniqînin wan li Enezê bi cih dikin û ji ber vê ji dêvla li navçeyê bimînin, diçin li gundê Çataltepeyê yê li ser girê herî bilind ê navçeyê ye bi cih dibin. Kurdên ji bo li dijî her cure xetereyê xwe biparêzin li vî gundî bi cih bûn, diyar kirin ku ji bo dawî li zilma kur drastî wê tên bê, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
ÇANDA XWE DIPARÊZIN
Kurdên ji wê rojê heta niha li Çataltepeyê dijîn, li gund nêzî 100 xaneyî ne û bi sewalvanî û karên înşeatê debara xwe dikin. Welatiyên li gund he ryek jê bi devoka xwe diaxive û li gel ewqas demê jî her çand û kevneşopiya xwe didomînin.
‘QET KINCÊN REŞ LI XWE NAKIM'
Dema em li gund geriyan Seyran Çelik (56) me dît û ber bi me ve hat. Çelik, bi devoka Mûşê dest bi axaftina xwe kir. Çelik, diyar kir ku ew qet kincên reş li xwe nake, berkesê wê ew her tim yên bi rengê kesk, zor û zer li xwe dike û bi vî awayî çanda xwe didomîne. Çelik, bi qasî dikare behsa rewşa siyasî ya welat jî kir û wiha domand: "Bila Tayyip ji xw ere baqil be. Bila aramiyê bîne welat, şer dernexîne. Tayyip doza çi li me dike? Em li vir li cihên bi qelaç dijîn. Em doza başî û xweşikiyê dikin. Ji bo cîhan bedewtir bibe ez ê bibêjim 'Na'. Heyf û xebîneta ciwanan û zarokên m eyên dimirin. Ji bo vê ez ê bibêjim 'Na'."
‘WELAT XWEŞTIR BÛ'
Sadullah Çelik (57) ê dema heywanên xwe diçêrand û me pê re sohbet kir jî, bi cotkarî û karên înşeatê debara xwe dike. Çelik ê bi eslê xwe ji Mûşê ye wiha axivî: "Welatê me xweştir bû. Hatina vir bi me zor bû. Ji ber li wan deran kar tune ji neçarî em li vir dimînin. Li wir jî em karker bû û li vir jî. Em didomînin, lê bi çanda xwe. Salê çend caran diçim welat, digerim." Çelik, li dijî çewisandin û êrîşên li dijî kurdan jî bertek nîşan da û wiha sedema xwe ya çima ew ê di referandûmê d ebibêje "Na" vegot: "Piştî referandûmê dê ji bo me tu tişt neguhere. Kurdan digirin, parlementeran, rojnamgerên kurd digirin. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'."
‘KRÎZA ABORÎ ZAF BANDORÊ LI ME KIR'
Alpaslan Seki (47) jî, dema ji bo zivistanê êzing hûr dikirin em rastî wî hatin, dema karê înşeatê tune be, bi sewalvaniyê debara xwe dike. Seki wiha axivî: "Dema kar hebe em dikin, tune be em nakin. Krîza aborî zaf bandorê li me dike." Seki têkildarî referandûmê jî got, ew ê bibêje "Na".
Fahrettin Karli (45) ê li Çaltepeyê çêbûye û mezin bûye, lê bi eslê xwe ji Îdirê ye, diyar kir ku ew di şert û mercên zehmet de sewalvaniyê dikin. Karli, diyar kir ku ew bi çanda xwemalî Îdirê ye li vî gundî jiyana xwe didomînin. Her wiha Karli dest nîşan kir ku, ji ber krîza aborî ya li welat ew wek gund zêde bandorê jê digirin û anî ziman ku, danûstendina heywanan ne wek berê ye.
BÊRÎKIRINA WELAT
Seyran İdaci (66) ya ji Îdir hat û li cem zarokên xwe bi cih bûye jî wiha dibêje: "Ez qet ji van deran hez nakim. Cem me hîn xweştir e, ji wan deran hez dikim. Ez li vir xwe wek xerîban hîs dikim. Zêdeyî 4 mehan e li vir im, lê qet hînî van deran nebûme. Bêriya mala xwe, welatê xwe dikim." İdaci ji bo referandûmê jî wiha got: "Ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Ji bo kurdan dibêjim 'Na'. Kurdan dikujin. Nahêlên kurd rihet bibin, bijîn. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'."
DIKANDARÊ GUND: WEK ESNAFEKÎ EZ Ê BIBÊJIM 'NA'
Ercan Demiral (39) ê qehwexaneya gund bi rê ve dibe û di heman demê de li gund dikanekî wî ya biçûk heye, bi eslê xwe ji Qersê ye. Demiral, got her diçe hêza kirînê ya gundan kêm dibe û ji ber vê bi deyn tiştan dikirin. Demiral, diyar kir ku ew ê wek esnafekî di referandûmê de teqez bibêje "Na" û wiha domand: "Krîza aborî heye. Em tim dixebitin, lê dîsa jî deyndar in. Ji bo vê ez ê bibêjim 'Na'."
CIWANÊN GUND BETAL IN
Tayfun Çelik (25) ê di karê înşeatê de dixebite, ragihand ku tengasiya wan a herî mezin betalî ye û ji ber vê ji gund ber bi navçeyan koçberî çêdibe.
LI QEHWEXANEYA GUND NÎQAŞA REFERANDÛMÊ
Piştî roj diçe ava, gundî li qahwexaneya gund tên cem hev. Li qehwexaneyê dema di televîzyonê de nûçeyan temaşe dikin û li gel wê sohbet dikin, em jî daxilî wan dibin. Gundiyên dema nûçeyên têkildarî referandûmê temaşe dikin û aciz dibin, zimanê nûçeyên ne objektîf in jî rexne dikin.
Em pêşî bi Kemal Ozdemir (45) ê di 1986'an de ji Îdirê hatiye vir sohbetê dikin. Ozdemir, têkildarî dîroka gund agahî dan û wiha domand: "Di navbera salên 1926-1940'î de me ber bi van deran ve şandin. Paşê hin kes ji vana deran reviyane. Hema bêje em hemû xizmên hev in. Paşê hin kes jî hatin van deran. Hin jê di salên 70'yî, hin jê jî di salên 80'yî de...Hemû jiyana min li vir didome. Li vir çandinî tune ye, em sewalvanî û karên înşeatê dikin."
‘EM RASTÎ POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ HATIN'
Ozdemir, diyar kir ku ew heta salên 1990'î rastî polîtîkayên bişavtinê yên dewletê hatine û got, ev polîtîka bi awayekî qismî bi ser jî ketin. Ozdemir wiha domand: "Heta salên 90'î li van deran bi kurdî dawet jî nehtain kirin. Li vir bi destê dewletê mirov hatin bişavtin. Gel çanda xwe wind akiribû. Lê bi tevgera azadiyê ya kurd ciwanên me hişyar bûn. Bi vî awayî em hay ji gelek tiştan bûn. Niha çanda berê didome."
‘JI BER ÇEWISANDIN Û ÊRÎŞÊN ZÊDE 'NA''
Ozdemir ê di heman demê de li gund yek ji avakarên AK Partiyê ye, dest nîşan kir ku Serokomar Erdogan ê piştî gotina "Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e" jî wek pêşengên berê xwîn û hêstir aniye welat. Ozdemir, diyar kir ku piştî vê wî ji AK Partiyê îstifa kiriye û ji bo pêvajoya referandûmê wê jî wiha got: "Em wek gelê vir dibêjin 'Na'. Çimkî em ê ji bo polîtîkayên em bi wan bawer dikin bibêjin 'Na'. Ji ber çewisandin û êrîşên zêde yên li ser gelê kurd, girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlementeran em ê bibêjin 'Na'. Heta em hebin em ê bibêjin 'Na'. Ev çewisandin tune bin jî em ê bibêjin 'Na', çimkî em krîza aborî re ji pertaw ketin. Gelek sedemên me yên 'Na'yê hene. Lê çapmeniya hewzê vana nade. Ji xwe em jî çapemeniya muxalif temaşe dikn. Hêvîdar im dê 'Na' derkeve."
Necla Demir / Ugur Atabay- dîhaber