Zaroka 7 mehî di girtîgehe de ye

STENBOL - Halise Gulistan Diken, ji ber li Maltepeyê beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bû bi îdîaya "Endamdtiya rêxistinê" rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û hat girtin. Dîken tevî zaroka wê ya 7 mehî hat girtin.

Di sala 2012'an de li Maltepeya Stenbolê di serdegirtina malan de 10 kes hatibûn binçavkirin. Di nava 10 kesan de Halise Gulistan Diken jî hat binçavkirin û girtin. Diken salek şûnde hat berdan û 3 sal şûnde dîsa hat girtin. Diken, piştî di 17'ê Çileya 2012'an tevî 10 kesan hatibû binçavkirin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Piştî salekê Diken serbest hatibû berdan. Lê piştî cezayê ji aliyê 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin, Diken di 19'ê Sibatê de hat binçavkirin û paşê ew şandin Girtîgeha Jin û Zarokan a Bakirkoyê. Bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Dikenê hat birîn û tevî kurê wê yê 7 mehî Mîrza Aram Akbaba ew şandin girtîgehê.

DADWERÊ CEZA DA GIRTÎ YE

Serokê 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê Mehmet Ekinci yê 6 sal û 3 meh ceza li Dikenê birî, di çarçoveya lêpirîsna Cemaeta Gulen de girî ye. Parêzera Dikenê, Hatice Korkut got ew ê îtirazî biryarê bikin.

Hevjînê Dikenê, Cengiz Zaza Akbaba jî li dijî vê rewşê bertek nîşan da û wiha got: "Dadgeha hatiye girtin, dadwer ji ber mehî xistin girtîgehê. Dîsa jî mineta me ji kesî re tune ye. Dixwazim kesên ev kirine, wan teşhîr bikim. Li girtîgehê meta wî, xaltîka wî, dapîra wî hene."