MÊRSÎN - Hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglu a hat îxrackirin, anî ziman ku ew xwe bi siûd dibîne. Ji bo qewimînên li zanîngehan jî wiha got: "Heke belavoka aştiyê tunebûna jî dê ev tişt biqewimiyanan. Li gel van tiştan hemûyan jî dê tiştên baş çêbibin."
Alîgira Doç. Dr. Esra Erguzeloglu ya çend roj berê peymana wê nehat nûkirin û têkiliya wê ji Zanîngeha Mêrsînê hat qutkirin, li gel jiyana xwe ya akademîk bi çavê jinekê qewimînên li akademiyan nirxand.
Erguzeloglu, diyar kir ku çîroka wê ya akademîk çîrokeke 18 salan e û wiha vegot: "Qismek jê peywirdariya lêkolînê bû. Yanî ev 3 sal e ku ez alîgira doçent im. Pêşî wek peywirdara lêkolînê min li Zanîngeha Mêrsînê dest bi kar kir. Xwendekara Lîsansa Bilind bûm. Paşê Zanîngeha Mêrsînê ez şandim Zanîngeha Enqereyê. Qasî 8 salan li Enqereyê, min xebatên xwe yên doktorayê bi rê ve birin. Piştî xebatên doktorayê, min doktoraya xwe wergirt û dubare vegeriyam cihê karê xwe, Mêrsînê. Li Mêrsînê, li zanîngehê min hem xebatên akademîk hem jî yên sendîkayî bi rê ve birin. Yanî wek min berê jî got, ez bi awayekî zaf xweşik hatim avêtin."
‘XWE BI SIÛD HÎS DIKIM'
Erguzeloglu, diyar kir ku di warê paşeroja xwe ya akademîk de ew xwe bisiûd hîs dike û got, ew bi akademîsyenên zaf baş re xebitiye û wiha domand: "Akademî wek dibistanekê ye. Heke mamosteyekî/e we ya baş hebe, hûn ê xebatên xwe yên akademîk li ser esasên hoste-şagirtiyê bi rê ve bibin. Li wan korîdorên mulkiyeyê hûn dest bidin kê bidin, hûn ê tiştên baş hîn bibin. Di warê ragihandina ceribandinê, danberheviya agahiyê de rastî tengasiyan nehatim. Ji ber vê min her xwe bihêz hîs kir. Hem min agahî wergirtin hem jî di warê seqetiyên îdarî de bûm xwedî fikrek. Yanî min vana berê dîtin. Ji kuderê xebatên me dikarin rastî tengsaiyan bên. Ev bi piranî prosedurên îdarî ne. An jî mudaxileyên qenalên kesên hay ji xebatên me tune ne."
‘EGER BELAVOKA AŞTIYÊ TUNEBÛNA JÎ DÊ EV BIQEWIMIYANAN'
Erguzeloglu, anî ziman ku hinceta herî zelal a li zanîngehan qirkirina akademisyenan li holê ye û dest nîşan kir ku, eger belavoka aştiyê ya "Em ê nebin hevparê vî sûcî" nebûnan jî dê heman tişt biqewimiyanan. Erguzeloglu, diyar kir ku dixwazin mafê gotinê ji dest akademisyenan bigirin û wiha domand: "Kadroyên akademîk, kadroyên hinekî ewletir in. Kadroyên edlî jî wiha ne. Ji roja hikûmet bûye îktîdar heta niha di rejîma personelên cemaweriyê de her teserûfeka wan a neewlhiyê hebû. Lê didît ku ev bi awayekî ji darazê vedigere an jî li dijî berxwedayîn heye. Yanî di beralîkirina wê ya akademîsyenan de eger îmze tunebûna jî, dê tiştek din hebûna. Îmzekarên aştiyê bû hincet. Paşê, 15'ê Tîrmehê hat. Dê îro sibeh tiştên din bibin û dê ev kûrtir bibe. Bi neewlekirina van kadroyan, mebest ew e ku hêza gotina wan ji holê rabike. Yanî bêtir xebateke bi terhê karmendiyê tê xwestin. Ji aliyê hik»metê ve. Êdî akademî jî tehamulî dengekî asî nake. Ji ber vê herî dawî ez jî di nav de berê xwe dan akademiyan."
‘DÊ TIŞTÊN BAŞ ÇÊBIBIN'
Erguzeloglu, dest nîşan kir ku piştî têkiliya wê bi zanîngehê re hat qutkirin jî ew xebatên xwe didomîne û wiha domand: "Hîn nû têkiliya min hat birîn. Lê belê, di roja ewil de min fêm kir ku divê ez xebatên xwe di nav gel de bi rê ve bibim. Li vir îro ji hêlekê de firsenda min a xwendinê çêbû, ji aliyekî ve jî min bi derdorên cuda re pêwendî danîn û rastî hin fikrên nû hatim. Akademî tiştekî wisa ye, heke çavkaniya wê ne bûyerên civakiyî, kes bin dê xwe tune bike. Bawer dikim em ê bi van pêwendiyan re analîzên baştir, nêrînên berfirehtir bi pêş bixin. Dê tiştên baş çêbibin wis ahîs dikim."
Erguzeloglu, têkildarî referandûmê jî dest nîşan kir ku ew hêvî dikin dê "Na" derkeve.
‘JI BILÎ PIŞTEVANIYÊ TU ALTERNATÎFEKE JINAN TUNE YE'
Erguzeloglu, dest nîşan kir ku divê jin ji nêvenga malê derkevin, li qadê piştevaniya hev bikin û ji bilî vê tu alternatîfek wan tune ye. Erguzeloglu wiha axivî: "Li malê be jî, li derdorê me jî divê em cîranên xwe re, bi yênd in re tim bi piştevaniyî tevbigerin. Çimkî nêviyê cîhanê jin in û ev jin heta niha hatine bêdengkirin, çewisandin, bi awayekî rastî tehakuma îktîdarê hatine. Heke em jin piştevaniya hev bikin, bawerim em ê rengê cîhanê biguherînin. Divê em xweş hîs bikin da ev hîs li me hemûyan peyde bibe. Heke em hestin xweşik ragihînin, em xwe hêzdartir hîs bikin."