WAN - Parêzer Cemal Demir, dest nîşan kir ku di mercên OHAL'ê de heke di referandûmê de "Erê" derkeve, dê welat ne bi qanûnan, bi biryarnameyên "Serokatiyê" bê birêvebirin û wiha got: "KHK'yê îroyîn a rast provaya pergala tê xwestin bi xwe ne."
Parêzer Cemal Demir, referandûma tê xwestin di mercên Rewşa Awarte (OHAL) de bê kirin nirxand û dest nîşan kir ku referandûm di nêvengeke ku muxalefeta demokratîk tê binpêkirin û di nêvengeke ku şideta siyasiyî heye tê kirin.
‘MIROV NIKARE BEHSA BEŞDARBÛYÎN Û VÎNA GEL BIKE'
Cemal Demir, got pakêta guherandina Qanûna Bingehîn di nêvengeke antîdemokratîk de hatiye amadekirin û diyar kir ku, ji bo guherandin azadîxwaz û demokratîk be, divê beriya pêvajoyên amadekirinê bi awayekî baş di nav civak û raya giştî de bê nîqaşkirin. Demir, anî ziman ku di serdemeke ku huqûqa OHAL'ê derbas dibe û bi awayekî topyekûn civak hatiye dorpêçkirin de guherandina Qanûna Bingehîn ji civakê gel hatiye revandin û wiha axivî: "Li Meclîsê jî zûzûka hat derbaskirin. Mirov du tu merhaleyên vê guherandina Qanûna Bingehîn de nikare behsa beşdarbûyîn û vîna gel bike."
‘KHK PROVAYA PERGALA TÊ XWESTIN BI XWE NE'
Demir, dest nîşan kir ku geke Qanûna Bingehîn di referandûmê re derbas bibe, dê welat ne bi qanûn û rêziknameyan, dê bi biryarnameyên "Serokatiyê" bê birêvebirin û wiha axivî: "KHK'yên îroyîn a rast provaya pergala tê xwestin bi xw eye. Li gel vê ji xwe bi KHK hikmên li dijî Qanûna Bingehîn di xwe de dihebînin. Mijarên sepandina OHAL'ê divên jî, tenê diviya sererastkirinên demborî bihebandanan, lê bi temamî mijarên qanûnî dihebînin."
‘QANÛNA BINGEHÎN PEYMANEKE CIVAKIYÎ YE, AZADÎ ŞERT E'
Parêzer Umit Dede jî diyar kir ku, bivê nevêya Qanûna Bingehîn "veqetana hêzan" e û wiha axivî: "Taybetmendiya bingehîn a pergala Qanûna Bingehîn rêgeza veqetana hêzan e û ji be rvê li gel qanûnçêkirinê divê daraz ji birêvebirinê serbixwe be. Halbû kî, bi guherandina Qanûna Bingehîn veqetana hêzan, serbixwebûna qanûnçêkirin û darazê bi temamî ji holê tê rakirin û dê li şûna wê hemû hêz li ber destê Serokomar bibin yek. Li gel vana, divê Qanûna Bingehîn a 'Peymana Civakiyî ' ye bi awayekî şefaf, li nêvengeke azad bi birivebirin. Di serî e partiyên siyasî, akademîsyenên pisporê mijarê ne, baro, rêxistinên pîşeyan, saziyên civaka sivîl û hemû derdorên civakê têkildarî wê fikrên xw ebeyan bikin û wê nîqaş bikin. Ji bo vê jî nêvengeke azad şert e."