ÎZMÎR- Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şakranê ya Jimare 4'an girtî rastî îşkenceyê hatine û li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê jî kamera li qawîşan hatine bicihkirin.
Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şakranê ya Jimare 4'an a Alîagaya Îzmîrê, gardiyanên dikevin qawîşên girtiyên siyasî bi hinceta "Lêgerîn heye" girtiyan derb dikin. Hat derpêşkirin ku, qawîş û pirtûkên girtiyan hatine belavkirin û gardiyan bi awayekî giştî êrîşî girtiyan kirine.
BI HINCETA LÊGERÎNÊ GIRTÎ TÊN DERBKIRIN
Girtiyê nexweş Yilmaz Suncak ê 24 sal e girtiye, di hevdîtina bi malbatê re, pêkûtiyên li girtîgehê ragihandin. Dayika Suncak, Xezal Suncak diyar kir ku kurê wê ragihandiye ku, gardiyan bi hinceta lêgerînê ketine qawîşên wan û êrîşî wan kirine. Suncak, ragihand ku di dema hevdîtinê de girtî rastî tacîza devkî ya gardiyanan jî hatine û wiha axivî: "Çûm hevdîtina kurê xwe. Kurê min 15 deqîqeyan dereng hat hevdîtinê. Min ji kurê xwe pirsî ka çi bûye. Got, 'gardiyan di dema lêgerînê de hemû pirtûkên me û qawîşa me belawela kirin. Me dengê xwe nekir, lê sixêf ji me re gotin û em derb kirin.'"
‘DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN'
Suncak, got li girtîgehê li dijî girtiyan êrîşên dijwar pêk tên. Suncak, diyar kir ku wê di derketina girtîgehê de dîtiye ku ambulans ketine hundurê girtîgehê û anî ziman ku, di dema hevdîtinan de gardiyan astengiyan ji malbatan re jî derdixin û tim wan tacîz dikin. Suncak, anî ziman ku nexweşîna pençeşêra Trîoîdê li kurê wê peyde bûye û 6 meh e tê tedawîkirin. Suncak wiha axivî: "Êdî em dixwazin aştî pêk bê û dawî li van çeisandinên li ser girtiyan bê. Bang li hemû rayedaran dikim, êdî dawî li vê zilmê bînin."
ÎDIAYA LI MENEMENÊ KAMERA LI QAWÎŞAN HATINE BICIHKIRIN
Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ya Îzmîr, girtiyan bi riya malbatên xwe ragihand ku, girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê û diyar kirin ku, bêyî hincet tim qawîşên wan tên guherandin. Li gor ragihandinên girtiyan, li qawîşan kamera hatine bicihkirin û îdareya girtîgehê tim guhdariya wan dike.
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê rayedarên girtîgehê gotin ew ê nikaribin tu agahiyî bidin.