AMED - Li Sûrê, derket holê ku malên wêrankirî wek navnîşana sûriyeyiyan tên nîşandan. Li navçeyê, maleke wêrankirî ya tu kes lê najî, wek navnîşana 15 sûriyeyiyan hatiye nîşan dan û bi giştî gelek mala wek navnîşana 43 sûriyeyan hatiye nîşandan.
Berê têkildarî referandûmê, ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li 9 taxên qedexekirî yên Sûrê, penaberên Sûriyeyî wek hilbijartinan hatibûn nîşandan. Li navçeyê keyayê ku nexwest navê xwe bibêje, bi daxwaznameyekê rewşê ragihand Qeymeqamtiya Navçeyê û diyar kir ku di lîsteyan de navê kesên biyanî hene. Lis er vê qeymeqam gazî keya kir û gotiye, navê ferdên nêzî 30 malbatên sûriyeeyî yên li navçeyê hatine bicihkirin ji lîsteyan hatien derxistin. Lê belê, gotiye hin malbatên bûne weltaiyên Tirkiyeyê dikarin dengê xwe bi kar bînin.
NAVNÎŞANA 43 MALBATÊN SÛRIYEYÎ MALÊN WÊRANKIRÎ NE
Maleke wêrankirî ya tu kes lê najî, wek navnîşana malbateke sûriyeyî ya ji 15 kesan pêk tê hatiye nîşandan Keyayê ku hay ji rewşê çêdibe, serî li Qeymeqamtiya Sûrê û Gerînendetiya Gelheyê ya Navçeyê dide. Tevî keya rayedarên Gerînendetiya gelheyê û qeymeqamtiyê li van malên wek navnîşan hatine nîşandan dinihêrin û dertê holê ku tu kes li wan najî. Li ser vê qeyda van kesan tê betalkirin.
Li gor prosedurê, ji bo guherandina navnîşanê divê serî li keyayê taxê bêd ayîn. Ji aliyê keya ve formeke guherandina navnîşanê tê dayîn. Piştî ev form tê tijekirin, li daîreya gelheyê qeyda navnîşanê tê çêkirin. Hat zanîn ku, dema sûriyeyiyan qeyd çêkiriye serî li keyatiya taxê nedane û qeyda wan rasterat ji aliyê Gerînendetiya Gelheyê ya Bajêr ve hatiye çêkirin.
LI SÛRÊ DI LÎSTEYÊN HILBIJÊRAN DE NAVÊ 690 MALBATAN TUNE YE
Li Sûrê, navê 690 malbatên ku di hilbijartina 1'ê Mijdara 2016'an de deng bi kar anîne, di lîsteyên hilbijartinê yên nû de tune ne. Malbatên ku navên wan di lîsteyan tune ne, hin jê di dema qedexeya derketina der ve û ji ber rûxandina li taxan cihê navnîşana xwe guherandine. Hin jê jî, her çi qas di wesfa hilbijêran de ne jî û navnîşana wan li navçeyê ye jî, navên wan di lîsteyan de tune ne. Piştî hay ji vê rewşê çêdibe, li Amedê Komîsyona Koordînasyona Referandûmê ya Bajêr a ji aliyê HDP û DBP'ê hat avakirin yeko yeko li malbatên ku navên wan di lîsteyan de tune ne digerin û wan agahdar dikin. Komîsyon ji welatiyên ku navên wan di lîsteyan de tune ne bi riya telefonê digere û radigihîne ku di malpera înternetê ya YSK'ê yan jî li avahiya YSK'ê lêpirsîna navên xwe bikin. Lêpirsîna qeydan heta 26'ê Sibatê ye.
SINDOQ JI TAXÊN QEDEXE HATIN VEGUHASTIN
Li 6 taxên navçeyê yên nêzî 15 meh e qedexeya derketina derve li wan didome, sindoqên hilbijartinê veguhastin taxên din. Kesên berê li Dibistana Seretayî ya Cuhmuriyetê ya li Taxa Cemal Yilmazê deng bi kar dianîn, dê li Mala Dengbêjan deng bi kar bînin. Kesên li Dibsitana Seretayî ya Alp Arslanê ku hat rûxandin deng bi kar dianîn dê li Lîseya Melik Ahmetê bi kar bînin. Kesên li Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultan Selimê ya li Taxa Dabanogluyê deng bi kar dianîn dê li Dibistana Navîn a Ziya Gokalpê û li avahiya Amîrtiya Zabiteyan a Sûrê deng bi kar bînin.