WAN - Kreşa zarokan a bi fermana Qeyûmê Şaredariya Payizava Osman Dogramacî hat girtin, dewrî miftî kirin Muftîtiyê jî li şûna kreşa zarokan, Qursa Qur'anê vekir.
Qeyemeqam Osman Dogramaci yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê ya Wanê hat kirin, dubare tiştekî skandalî kir. Qeyûm Dogramaci, yê piştî tayînî şaredariyê kirin bi hefteyekê Kreşa Xeyrî Şinik a li Taxa Cûmhûriyetê û bi kurdî perwredehî dida girt û derket holê ku avahiya 3 qatî ya kreşê tahsîsî Miftîtiya Navçeyê kiriye. Avahiya hefteyek berê tahsîsî miftîtiyê hat kirin, ji aliyê miftîtiyê ve demildest wek Qursa Qur'anê hat veguherandin. Li ser dîwarn kreşê ji kurdî tu şop nehtain hiştin û her wiha li şûna yên kurdî tîpên alfabeya erebî û fîgurên zarokên bitesetur hatine xêzkirin. Hat diyarkirin ku, dersxaneyên li qursê jî li gor zayendê hatine dabeşkirin.
JI KURDÎ TU ŞOP NEMAN
Li têketina kreşê tabelya kurdî û hemû tiştên bi kurdî hatin rakirin. Li kreşa ku ji kurdî tu şop nehatin hiştin, hat dîtin ku hemû amûrên ji bo pêşketina fizîkî ya zarokan ji aliyê şaredariyê ve hatibûn kirîn piraniya wan hatin rakirin.
LI SER DÎWARAN XÊZKIRINÊN BI TESETUR Û ALFABEYA EREBÎ
Li ser dîwarên li têketina kreşê yên berê wêneyên heywan, fêkî, zebze û karekterên fîlmên kartonî hebûn, niha fîgurên zarokên bitesetur hene. Hefteyeke 2 jinên ji aliyê miftîtiyê hatine peywirdarkirin dersên erebî û Qur'anê didim 14 zarokên ku temenên wan di navbera 4-6 salan de ne. Her wiha li ser dîwarên odeyaên dersa Qur'anê tên dayîn jî fîgurên kulîlkan hene û li ser van fîguran tîpên alfabeya erebî hatine nivîsandin. Hat diyarkirin ku, di nava heftê de her roj saet di navbera 09.00-13.00'an de dersên Qur'an û erebî tên dayîn. Li gel vê hat ragihandin ku, şaredariyê ji bo zarokên tên qursê jî serwîseke taybet tahsîs kiriye.
DERXANE LI GOR ZAYENDÊ HATINE DABEŞKIRIN
Hat diyarkirin ku daxwaza ji bo qursê zaf kêm e û hat derpêşkirin ku, odeyên li têketina avahiyê yên wek dersxaneyan tên bikaranîn jî li gor zayendê hatine dabeşkirin.
Her wiha dema em çûn û me diyar kir ku em ê ji bo nûçeyê kêşanê bikin, xebatkarên Qursa Qur'anê li rayedarekî Miftîtiya Navçeyê geriya û rayedar ji nûçegîhanê me re wiha got: "Hûn ji kîjan ajansê tên? Ji kerema xwe nûçeyê çênekin, me nexin rewşeke zehmet."