Amedî: Wezîr Bînalî em neheyirandin

AMED - Welatiyan Amedê diyar kir ku AK Partî bi dijminatiya kurdan hebûna xwe didomîne û rengê wê li holê ye. Amediyan anîn ziman ku nîşana Bînalî Yildirim a gurê boz ew neheyirandine.

Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevkariya AK Partî û MHP'ê hat amadekirin, dê di 16'ê Nîsanê de bi referandûmê dengdana wê pêk bê. Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîr Binali Yildirim ê di her hilbijartinê de ji kurdan re digot "Xwişk-birayên min" û daxwaza dengan ji wan dikir, di civîna koma AK Partiyê de nîşana gurgeboziyê kir û ev bû cihê nîqaşan. Amediyan got, a rast AK Partî bi pêvajoya referandûmê rengê xwe yê esasî derxistiye holê û diyar kirin ku, nîşana gurgeboz a Yildirim kir, qet wan neheyirandiye.

‘PÊDIVIYA WELAT NE BI ZILAMEKÎ, BI AŞTIYÊ HEYE'

Welatiyê bi navê Ekrem Oner ê got, "Li herêmê ji bo gotina 'Erê' tu hincet tune ne' wiha axivî: "Li herêmê şerek heye, mirin heye. Krîza aborî heye. Ji dêvla referandûmeke wisa, bila nîqaşa ew ê çawa aştiyê bînin vî welatî bikin. Pêdiviya vî welatî ne yekzilam, bi aştiyê heye." Oner, diyar kir ku nîşana gugeboziyê ya Serokwezîr Yildirim di civîna koma AK Partiyê de kir wan qet neheyirandiye û wiha got: "Ji xwe dema mesela tê ser kurdan gurgeboz, şeş tîr û ampûl hemû dibin yek. Çêkirina nîşaneya gurgeboziyê ya Serokwezîr, pir normal dibînim. Çimkî, di warê fikr û ferasetê de diheman qulwarê de dibezin."

‘VEGUHERIN ESLÊ XWE'

Ciwanê bi navê Mensur Pektaş, diyar kir ku ew bawer dike ku dê rêjeya "Na" ya di referandûmê de derkeve dê AK Partiyê biqedîne û anî ziman ku, dê tevkariya AK Partî-MHP'ê tu tiştê ji bo kurdan neyîne û wiha axivî: "Em baş dizanin ji beriya berê de 'ulkucî' li dijî çand, zimanê kurdan e. Kesê bi nîşana gurgeboziyê bê cem min ew nikare ji min re bibêje 'birayê min'. AKP bi vê nîşanê vegguherî eslê xwe."

Welatiyê bi navê Tahsin Ateş jî wiha got: "Dema karê wan bikeve aliyê kurdan, dibêjin 'xwişk-birayên min'. Ew kesên wisa dibêjin niha nîşana gurgeboziyê dikin. Ev jî nîşaneya qirêjiya siyaseta wan e."

Remzi Eraslan diyar kir ku AK Partî tim bi feraseta MHP'ê tevdigere û got, ev rewş di demên dawî de bi awayekî aşkere derketiye holê. Eraslan wiha axivî: "Çêkirina nîşaneya gurgeboziyê, baş dizanin dê li vê herêmê tu beramberiyeke wê tune be. Li dijî vê îktîdarê gel zaf bi bertek e, nîşaneyên gurgeboziyê ev zêde kirin. Dê ev bertek di sindoqan de wek 'Na' bipeqe."

’70 SAL E MIN HIKÛMETEKE WISA NEDÎTIYE'

Welatiyê li Sûrê rûdinê û got navê wî Mustafa (70) ye wiha got: "70 sal e dijîm, min hikûmeteke wisa nedîtiye. Ne hewceye mirov siyasî biaxive. Tiştên hatin serê me her tiştî rave dikin. AKP, mala me taxa me sererast kir. Ma li Sûrê qey qetlîameke hindik kirin? Ez ji vana re dibêjim 'Na, na, na'."