STENBOL - Cezayê li hunermend Şanar Yurdatapan ê beşdarî Nobata Piştevaniya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bû hat birîn, aşkere bû. Di biryarê de gotinên qunciknivîsa Hasan Cemal wek hincet hatin nîşandan.
Biryara cezayê li hunermend Şanar Yurdatapan ê beşdarî kampanyaya gerînendetiya weşana giştî ya ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê bû hat birîn, hat daxuyandin. 22'yemîn Dadgehaz Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta "Çapkirin an jî weşandina weşanên rêxistinê" 6 hezar TL cezayê pereyî û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yurdatapan birî.
Dadgehê di biryara xwe de, roja ku Yurdatapan gerînendeyê weşanê yê nobedar bû, nûçeya bi ser navê "Dê Şehrîban her bijîn" nirxand. Di biryarê de, KJA ya ku bi KHK'ê hat girtin wek "binsaziyeke" PKK'ê hat nîşandan. Ji ber di nûçeya têkildarî merasîma cenazeyê endama KJA'yê Şehriban Altunişik de axaftina "Dê Şehriban her bijîn" derbas bûye, dadgehê diyar kir ku pesindayîna endameke "binsaziya" PKK'ê hatiye kirin û vê wek sûc hesiband.
JI BO JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ TABÎRA 'CIHÊ TERORÎST LÊ XWE VEŞARTINE'
Dadgehê ji bo nûçeya bi ser navê "Oxir ber jina bedew a welatê xeyalan" a ji bo Sultan Irmak a di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkiri jî, di biryara xwe de ji bo jêrzemînn Cizîrê tabîra "cihê terorîst xwe lê vedişêrin" bi kar anî û vê nûçeyê wek "Propagandaya rêxistinê" hesiband.
WEŞANDINA LÊBORÎNA HPG'Ê SÛC HAT HESIBANDIN
Dadgehê ji bi nûçeya bi sernavê "Ji HPG'ê daxuyaniya Şemzînanê" di biryara xwe de wiha got: " Bûyerên di vê daxuyaniyê de bi nêrîna rêxistina terorî hatine vegotin. Lêborîna rêxistina terorî ya ji bo birîndarkirina kesekî cih digire û çalakiyên li dijî hêzên ewleyiyê bi awayekî rewa hatine dayîn û fealiyetên yekîneyên ewlehiyê jî wek malzemeya şerê ku bi awayekî plankirî û zanebûyî hatine dayîn."
GOTINÊN HASAN CEMAL JI BO BIRAYARÊ WEK HINCET HATIN NÎŞANDAN
Heyetê biryara xwe spartin gotinên qunciknivîsa Hasan Cemal ê di 15'ê hezîrana 2016'an de gerînendetiya weşana giştî ya nobedara a Ozgur Gundemê kir. Cemal di nivîsa xwe de wiha gotibû: "... Ez diaxivim her kes guhdar dike, çimkî ew qoltix qoltixa dîktatoriyê ye, her kes li devê te dinihêre, gotina dawî ya te ye. Li metbaxa rojnameyê qiral seraşpêj e..."