‘Jêrzemînên Cizîrê ji bo gotina 'Na' têr dikin'

MÛGLA - Malbata Derya Koça a di "jêrzemînên wehşetê" yên li Cizîrê de hat kuştin, diyar kir ku pêkûtiyên li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever, Silopiya û Sûrê ji bo gotina "Na" têr dike.

Malbata Hevseroka HDP'a Mîlasê ya berê Derya Koç a li Cizîrê di jêrzemînan de hat kurştin, got ji bo Tirkiyey ber bi wehşetekê ve neyê kişandin, divê di 16'ê Nîsanê de her kes bibêje "Na". Xwişka Koça, Necla Koç diyar kir ku, bi hatina pergala serokatiyê de şer dijwartir bibe, komkujî pêk bên û wiha axivî: "Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Geverê gelê kurd çawa hat qetilkirin, dê bi guherandina vê Qanûna Bingehîn jî gelên Tirkiyeyê rastî qirkirinan bên."

‘EM Ê BIDOMANDINA BERXWEDANÊ BIBÊJIN 'NA''

Koç, dest nîşan kir ku divê mirov dema dengdayînê ciwanên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan bifikirin û wisa deng bidin. Koç wiha axivî: "Divê di vê serdemê de kurd li malên xwe rûnenên û bêdeng nemînin. Derya bêtirs bû, bêyî tirs ji bo gelê xwe canê xwe da. Ciwanên me li dijî dîktatoriyê, yekzilamiyê li ber xwe dan. Em ê jî bi domandina vê berxwedanê bibêjin 'Na'."

‘NA JI BO AŞTIYÊ GAVEKE BIÇÛK E'

Fulya Koç jî diyar kir ku, dê bi feraseta yekzilamî re Tirkiyeyê rastî rojên zor û zehmet bê û got, bi gotina "Erê" dê Tirkiye bibe welatê komkujiyan. Koç, dest nîşan kir ku biçûçik be jî dê "Na" ji bo aştiyê gavek be û wiha axivî: "Ji bo demokrasî û aştiyê divê em bêjin 'Na'. Derya her tim behsa aştiyê dikir. Tim baweriya wê bi aştiyê hebû. Ez jî bang li hemû mirovên baweriay xwe bi aştiyê tînin. Bila ruhê ciwanên me yên hatin qetilkirinên qîrîna me ya ji bo aştiyê bibihîsin. Ew ciwan her doza jiyaneke azad dikirin. Em ê bi 'Na'yê gava wê azadiya wan dixwest bavêjin. Em ê bi vê gavê nebin hevparê qetlîamên dewletê."

'JI BO TIRKIYE BER BI WEHŞETÊ VE NEYÊ KIŞANDIN 'NA''

Xalê Koç, Muzaffer Polat dest nîşan kir ku bi rejîmeke dîktayî her kesî dît ku bê Iraq, Lîbya, Misir ket çi halî û diyar kir ku, ji bo dawiya Tirkiyeyê nebe wek a Sûriye, Lîbya, Misirê ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin.

Polat, raihand ku divê xebatên "Na"yê tenê ji rêveberên partiya re neyên hiştin û anî ziman ku, divê her kes mal bi mal bigere û "Na"yê birêxistin bike. Polat wiha domand: "Di Qanûna Bingehîn de ji bo gelan tu maf tune ne. Heke ji vê Qanûna Bingehîn re 'Erê' bê gotin dê betalî zêde bibe, aborî biqede. Dê bi gotina 'Erê' Tirkiye ber bi wehşetê ve biçe. Ji ber me tahlîla wê kiriye em ê dengê 'Na'yê bi kar bînin. Divê her kes ji bo pêşeroj û azadiya Tirkiyeyê vê rejîmê rawestîne."