Dayikên Aştiyê: Sedema herî pîroz a 'Na' aştî ye

ÎZMÎR - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, diyar kir ku ji bo xwîna 40 sal diherike raweste ew têdikoşin û gotin ew ê ji bo aştiyê bibêjin "Na".

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, diyar kir ku wan di serdemên herî tarî yên Tirkiyeyê de tim aştî qîriyaye û ew di van rojên tarî de jî ji bo aştiyê têdikoşin. Dayikan, gotin di referandûmê de ji bo gotina "Na" sedemeke wan a wek aştiyê pîroz heye. Her wiha dayikan dest nîşan kir ku, ew ê tenê qîma xwe bi dayîna dengê "Na" neyînin, ji bo "Na" ew ê derî bi derî bigerin û bixebitin.

‘EM Ê TENÊ QÎMA XWE BI DAYÎNA DENGAN NEYÎNIN'

Endama Meclîsa Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û bang li dayikên leşker û polîsan kirin, da êdî xwîn neherike divê ew jî bibêjin "Na". Yalçin wiha axivî: "Dayika kurd an jî tirk qet ferq nake, hemû kesên dibêjin em mirov in divê bibêjin 'Na'. Êdî bes e, dê ev zilm heta kuderê bidome. Her roj rayedarên dewletê derdikevin û ji kesên dibêjin 'Na' re dibêjin 'gawir'. Û dibêjin 'Yê dibêjin erê mil-silman in.' Weleh em ji wan misilmantir in." Yalçin, anî ziman ku di referandûmê de ji bo gotina "Na" sedemeke wan a wek aştiyê pîroz heye û dest nîşan kir ku, ew ê tenê qîma xwe bi danîna dengê "Na" neyînin, her wiha ew ê li Îzmîrê mal bi mal ji bo "Na" bixebitin.

Yalçin, balê kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Rêberê gelekî di nava 4 dîwaran de ye û bi salan nahêlin bi kesî re hevdîtinê çêbike. Ez ê li dijî vê zilm û çewisandina li ser Ocalan, bibêjim 'Na'."

‘HEKE AKP BI SER KEVE DÊ ZILM ZÊDE BIBE'

Dayika Aştiyê Medine Kaymaz, diyar kir ku ew ê li gel vegotinên nîjadperest ên Serokomar Erdogan, hezar carî bibêje 'Na' û wiha axivî: "Erdogan her kesî binçav dike û diçewisîne. Em naxwazin tu dayik jî êşa ewladan bikişîne. Em wek dayik li dijî zilma Erdogan in. Dibêjin kurd tune ne. Di 7'ê Hezîranê de kurdan xwe nîşan da, 80 wekîl şandin Meclîsê. Lê Erdogan dîsa hilbijartin xwest. 20 wekîlên me dizîn. AKP berê jî qezenc kir, lê zilm zêd ebû. Heke dîsa jî bi ser keve dê ev car zilm zêdetir bibe."

Edibe Sinvan jî got ji bo her kes bi awayekî azad bijî ew ê bibêje "Na" û diyar kir ku, kesên dibêjin "Erê" jî ji ber nêvenga tirsê wisa dibêjin. Sincan, anî ziman ku, di vê serdemê de kesên serî li hemberî zilmê rakirin yeko yeko hatin girtin û dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê kes naxwaze Erdogan bibe serok. Sincan wiha axivî: "40 sal e mirov dimirin. Li her derê Tirkiyeyê xwîn diherike. Yên dibêjin 'Erê' divê rûnên û bifikirin, bila li zarok û neviyên me bifikirin û bibêjin 'Na'."

‘DI HER HILBIJARTINÊ DE DIÇE HECÊ'

Dayika Aştiyê Perihan Kortak jî anî ziman ku, divê hemû dayik destê xwe deynin ser wijdanê xwe û wisa biçin ser sindoqê. Kortak, dest nîşan kir ku 15 sal e Erdogan di bin navê ola îslamê de mirovan dixapîne û wiha pirsî: "Kesê mirovan bikuje û zilmê bike ma misliman e?" Kortak, anî ziman ku kesên bi dengê gel hatine hilbijartin tên girtin û diyar kir ku, Erdogan di dema hilbijartinê de tim behsa misilmaniyê dike û wiha axivî: "Di her hilbijartinê de ya diçe Hecê an jî kabeyê tewaf dike. Lê zilma ku ew dike hîn jî didome. Çû Amedê soz da gel, paşê Sûrê rûxand. Hemû kesên bi wijdan dema çûn ser sindoqê divê mirovên li bajarê hatin serobinkirin hatin qetilkirin bifikirin. Ji bo 'Erê' tu sedemek me tune ye, lê ji bo 'Na' gelek sedemên me hene."

‘EM Ê JI BO ZAROKÊN XWE YÊN DI JÊRZEMÎNAN DE HATIN QETILKIRIN BIBÊJIN 'NA''

Cemile Aydin, balê kişand ser mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku, 18 sal e bi tena serê xwe li girtîgehê dimîne û anî ziman ku, divê kesekî ku milyon jê re dibêjin "Rêberê min e" serbest bê berdan. Aydin ji bo referandûmê jî wiha got: "Em ê ji bo Dayika Taybet, ji bo zarokên xwe yên li jêrzemînan hatin şewitandin bibêjin 'Na'."

’EM Ê AŞTIYEKE MEZIN DIYARÎ GELÊN TIRKIYEYÊ BIKIN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Esmer Engin jî anî ziman ku, dê encamên referandûmê ji bo wan wek biharê be. Ergin diyar kir ku ew bawer dike ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Ergin herî dawî ragihand ku ew ê derî bi derî bigerin û wiha axivî: "Em ê sibeha 17'ê Nîsanê bi 'Na'yê aştiyeke mezin diyarî gelên Tirkiyeyê bikin."