MÊRDÎN - Gundê Xerabê Bava ku ev 13 rojin di bin dorpêçê de ye û bi îşkence, mirin, şewitandin û windahiyan di rojevê de ye balkêşe ku wesayîtên zirxî, ambulans û kamyonên çopê sewqî gund hatin kirin.
Dorpêça li gundê Xerabê Bava ya Nisêbîna Mêrdînê di roja 13’yemîn de didome. Li gund ku ketin û derketin qedexeye, li gorî welatiyên gund ên bi îmkanên kêm tiştên dijî ji xiamên xwe re radigihînin pêkanînên li gund tên kirin ji yên salên 1990’î zêdetirin.
Ji helîkopterên li gund rabûn leşker sewqî herêmên cuda hatin kirin û hêjî dorpêça li gund ranebûye. Ji riya gundê Yandere yê ku 15 kîlometre durî Xerabê Bava ye û ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin, wesayîtên zirxî, ambulans û kamyonên çopê sewqî herêmê hatin kirin û ev pêkanîn jî tiştên li Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê hatin jiyîn tîne bîra mirovan.