MÊRDÎN - Şêniyê Gundê Xerabê Bava A.E., ê di serdegirtina gund de hat binçavkirin û 12 rojan rastî îşkenceyê hat axivî. A.E., diyar kir ku ew birin ser lata 5-6 metroyî û çek xistin devê wî û wiha got: "Dema min apê Abdî Aykût ê 7 sal in nas dikim dît, ji ber îşkence li wî hatibû kirin min ew nas nekir." û îşkenceya li wî û Abdî Aykut hatiye kirin vegot.
Welatiyê Gundê Xerabê Bava A.E. yê 4 rojan di dorpêça malê de ma û 8 rojan di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat kêlî bi kêlî ji Dîhaberê re vegot. A.E., ku bi giştî 12 rojan rastî îşkenceyê hat diyar kir ku leşkeran her roj gefên mirinê li wî dixwarin û dema apê Abdî Aykût di wesayîta zirxî de dit ji ber îşkenceya lê hatiye kirin qet nas nekiriye.
EZ WEKE MERTAL DIDAM PÊŞIYÊ
A.E., da zanîn ku şeva qedexeyê destpê kiriye ew li nav gund li malekî mêvan bû û axxaftina xwe wiha axivî: "Her 4 rojên ewil ên qedexeyê ez li mala ku lê mêvan bûm dimam. Mala ez lê bûm 2 zarok, dê û bavê zarokan û dayîkek kal hebûn. Rojên destpêkê leşkeran ez derxistim derve û bi xwe re digerandim. Dema ku deriyê malan dişkandin destpêkê ez diavêtim hundir ku ji hundir hin gule berdin ewil tiştek bi min were. Ez weke mertal ji xwe re bikar dianîn."
TIŞTA LEŞKERAN DIŞEWITAND WEKE CENAZEYÊ MIROVEKÎ BÛ
A.E., bi lêv kir ku dema leşkeran ew bi xwe re digerandin li wesayîta zirxî siwar kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jinek bi çerşef dema ku leşker jê dixwazin çerşefê xwe rake li hember vê yekê derket. Leşkeran li jinê xist. Bi vî awayî çerşefê jinê bi zorê derxistin û lêgerîn kirin. Dema ez di wesayîta zirxî de bûm min bi çavên xwe dît ku mala apê Abdî Aykût dişewite. Leşkeran baxçeyê wî jî dişewitandin. Leşkerên ku li baxçe kom bûbûn tiştek dişewitandin û hemû li ser kom bûbûn. Qasî ku min dît ev tiştê dişewitandin weke cenazeyê mirovekî bû."
DI AXUR DE ÎKENCE LI MIN KIRIN
A.E., bilêv kir ku dema leşker dixwazin jinek nêzî mala ku ew lêye binçav bikin, ji ber ku bi tirkî nizanbû ji bo alîkariyê navê wî da û li ser vê yekê leşker bang li wî kir û wiha berdewam kir: "Jinê tirkî nizanîbû ji bo alîkariyê navê min da leşkeran. Leşker hatin ez birim cem mala wê. Piştî ku jin xistin bin çavan ez jî girtim. Leşkerên ku ez binçav kirim, qasî 10 deqeyan ez bi erdê ve kaş kirim. Dema ku ez kaş dikirim li min jî dixistin û di dawiyê de ez avêtim şkeftek ku gundî weke axur bikartînin. 5 leşkerên ku ketin hundirê axurê de bi pêhnan li her dera min xistin. Ev lêxistin bi qasî 20 deqeyan berdewam kir. Piştre jî bi êzingan li lingên min xistin. Piştî demekê ez birim odeyek ya xaniyê ku li ser axurê ye. Dema ez ketim hundirê odeyê nêzî 20 leşkerên têde bûn û hemûyan li min xist. Piştre jî montê min ji min kirin û bi qasî 2 saetan ez li ber deriyê malê, li ber wê serm û seqamê hiştim. Derengiya şevê ez xistim odeyekê û leşkerekî nobedar danîn ber deriyê odeyê.
SOBE, TELEVÎZYON Û BETENIYÊN GUNDIYAN BIRIN
A.E., anî ziman ku dema ew roja 16'ê sibatê ji xew rabûye axaftinên leşkeran ên, 'Di destê me de teknolojiyek wisa tuneye ku em di bin erdê de bibînin. Kuçikên me jî nikarin tiştekî bibînin' bihistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min dît li gelek malan diziyê dikin. Beteniye, televîzyon û sobeyên ceryanê yên gundiyan li malên ku lê diman kom dikirin. Ji min re digotin, 'Li kîjan mal ufo heye' dema min got ez nizanim 4-5 leşkeran li min xist. Piştre 4-5 leşker din hatin ji bo lêxistinê. Leşkeran henekî xwe bi min dikirin. Yekî digot, 'Ez westiyam bi lêxistina vî bila yekî din were' bi vî awayî heya danê êvarî li min xistin.
EZ LEŞKERÊN ÎŞKENCE KIRIN NAS DIKIM'
A.E diyar kir ku ew danê êvarî birine ba kesê ku jêre digotin, 'fermandarê min' û wiha pêde çû: "Dema roj çû ava ez birim cem yekî. Hemûyan ji wî re digotin, 'fermandarê min'. Rûyê hemû leşkeran girtî bû tenê yê fermandar û leşkerek din ku qet ji cem fermandar dûr nediket vekirî bû. Ez niha rûyê herduyan jî bibînim ez ê wan nas bikim. Fermandar odeyek a gundiyan ji xwe raxistibû û mînder xistibûn bin xwe. Dema ez ketim odeya fermandar ji min re got, 'Cihê wan bibêje' dema min got ez nizanim fermandar qirika min girt û hewl da min bifetisîne. Piştre çêr li min kirin û birim derve. Li ber deriyê wê malê montê min ji min kirin û ez qasî 2 saetan hiştim ber sermayê. Piştre ez cardin birim axura ku ev 2 roj in min lê dihêlin. Derengiya şevê ez xistim hundirê axurê û li wir carek din li min xistin.
ÇEK XISTIN DEVÊ MIN
A.E., got ku roja 17'ê sibatê danê nîvro leşkeran ew daye gel xwe û li çoltarên derdora gund gerandiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Leşkeran ez dam pêşiya xwe û li derdora gund gerand. Dema em nêzî şkeftekê bûn ewil digotin min tu bikeve hundir. Kevirên di hundirê şikeftan de yek yek bi min dan rakirin. Lê di 3 şkeftên ku ez ketimê de tiştek derneket. Piştre ez birim lanet nêzî dibistana gund ku qasî 5-6 mîtroyan bilind û ez ji wir avêtim jêr. Ez hinekÎ ji ser hişê xwe çûm. Piştre hatin cem min û gotin, 'cihê wan bibêje an em ê te bikujin' dema min got ez nizanim serê çekê xistin devê min û gotin em ê te bikujin. Dema min got ez nizanim ji min re gotin, 'baz bide û bireve' lê min nekarî bez bidim bi qas î 5 mîtroyan meşiyam û pişta min li wan ez rawestiyam. Min dît dengê çekan hat. Qasî 4 -5 gule bera kêleka min dan. Piştre heya danê êvarî ez wiha li çoltarên gund gerandim. Bi şev cardin ez anîm mala ku 3 roj in lê me. Dema em ketin hundir leşkerekî bi bêtêlê ji digot, 'fermandarê min ev tiştekî nizane. Me ew qasî lêxist lê tiştek negot' fermandar jî ji wan re got, 'temam sewq bikin'."
A.E., da zanîn ku dema ew xistin wesayîta zirxî Abdî Aykût jî di hundir de dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî vê axafinê leşkerekî gir û bilind hat cem min û got, 'beriya sewqê ez careke din li te bixin' qasî 30 deqeyan wî leşkerî îşkence bi min kir. Ji mala ez lê heya wesayîta zirxî qasî 250 mîtroyan dûr e û dema ez dibirim li stû û pişta min dixistin. Dema ez li wesayîta zirxî siwar kirim min apê Abdî Aykût dît lê min nas nekir. Ev 7 sal in ku ez apê Abdî Aykût nas dikim lê ji ber îşkenceya li wî hatiye kirin min ew nas nekir. Leşkerekî dema ez xistim hundir got, 'Tu vî nas dikî, lê binêre ev Abdî ye' dema leşker wisa got min Abdî Aykût nas kir."
'BI SERÊ M 16 LI ZIKÊ MIN XISTIN'
A.E, bi lêv kir ku dema ew li wesayîta zirxî siwar bûye Abdî Aykût destê wî girtiye biriye ser zikê xwe û axaftina xwe wiha domand: "Apê Abdî got, 'bi serê M16'ê li zikê min xistin' tenê ev gotin ji min re got. Zikê wî werimîbû. Piştre Sabrî Bayhan anîn. Ji rûyê wî diyar bû ku leşkeran ew gelekî tirsandibûn. Em hersê di hundirê gund de bi wesayîta zirxî gerandin"
HEMÛ GUNDÊ LI CEM MALA ŞÎNÊ KOM KIRIBÛN
A.E., da zanîn ku dema ew di wesayîta zirxî de li nav gund digerandin dîtiye ku hemû gundî li ber mala şînê ya gund kom kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji qemereya wesayîta zirxî min dît ku hemû gundî li ber mala şînê kom kirine. Em kêmekî wisa gerandin. Piştre yek hat deriyê wesayîta zirxî vekir. Lepik xistin destê xwe û kulmek li rûyê apê Abdî Aykût da. Ew û Sabrî Bayhan birin. Qasî 10 deqeyan ez tenê mam. Dema ku herdu anîn apê Abdî Aykût nedikarî biaxive û ji ser hişê xwe çûbû. Apê Abdî Aykût tenê digot, 'min bibin nexweşxaneyê' û ev gotin jî ji ber xwe digotin. Wê şevê em anîn Qereqola Cendermeyan a Nisêbînê."
'DEV JÊ BERDE BILA BIMIRE EW...'
A.E., diyar kir ku dema ew birine qereqolê rewşa Abdî Aykût gelekî xeter bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema min ji leşkeran re got rewşa apê Abdî giran e bibin nexweşxaneyê gotin, 'Dev jê berde bila bimire ew şerefsiz'. Piştî nîv saetê ji bo me bibin nexweşxaneyê em derxistin. Dema min xwest bikevim milê apê Abdî leşkeran destûr nedan û gotin bila ew xwe bi xwe bimeşe. Her çiqas li nexweşxaneyê me rewşa xwe ji bijîşk re gotibe be jî bijîşk got tiştek we tuneye. Dema bijîşk min pirsî, 'Çi bi te hatiye' ji tirsa leşkeran min got ez ketime. Dema doktor li me hersiyan nêrî em careke din anîn qereqolê."
LI QEREQOLÊ WÊNEYÊN CENAZE NÎŞANÎ ME DAN
A.E., herî dawî got ku dema ew anîne qereqolê xistine odeyeke ku 8 gundiyên wan têde ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez 5 rojan li qereqolê mam. 3 rojên ku ez li gund bûm qet xwarin, vexwarin nedan me. Li qereqolê pariyek nan didan lê ew jî di qirika min de nediçû xwar. Leşker carna dihatin cem me û wêneyên ku li gund hatine kişandin nîşanî me didan. Ji van wêneyan yekî de wêneyê cenazeyekî hebû. Cenazeyê ku di wêneyê de ji navikê jortir xuya dikir û ser û çavên wî hemû xwîn bûn. Şeva 21 sibatê gotin em ê te sibe berdin û bi roj piştî îfadeyê ez hatim berdan."
Aynur Înedî/Nedîm Oruç - dihaber