STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogullari dema diçû Îsvîçreyê li Balefirgeha Sabîha Gokçe hat binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîstê (SYKP) Tulay Hatîmogullari dema diçû Îsvîçreyê li Balefirgeha Sabîha Gokçe hat binçavkirin. SYKP’ê di hesaba xwe ya tewîtterê de daxuyaniyek da û wiha got: “Hevseroka Giştî ya partiya me Tulay Hatîmogullari dema ji bo tevlî şahiya partiya me ya li Îsvîçreyê bibe diçû derveyî welat li Balefirgeha Sabîha Gokçenê hat binçavkirin.”
Beriya çend rojan di serdegirtinên malan ên li Hatayê de polîs çûbûn mala Hamîtogullari lê Hamîtogullari li mal nedîtibûn.