Yuksekdag: Dibe mazbata bigrin lê nikarin wekîltiyagel bigirin

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentkera HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû û diyar kir ku ji wan wekîltiya gel nehatiye girtin û tenê mazbata ji destê wan derxistine.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentkera HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag ku parlamenteriya wê hat xistin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Yuksekdag, ku bi riya SEGBÎS'ê parastin kir, biryara xistina parlamenteriyê rexne kir û diyar kir ku ev biryarek li dijî hiqûqê ye û biryarek siyasî ye û wiha got: "Armanc û meqseda esil a hikûmetê bi vê biryarê aşkere dibe. Dixwaze HDP'ê bi tevahî ji meclîsê dûr bixe û tasfiye bike. Biryara berî referanduma 16'ê Nîsanê vê yekê aşkere dike. Ev pêkanîna ku bi destê darazê tê kirin jî nîşan dide ku darazê wekî amûr bikar tîne. Ev bi xwe re baweriya li hemberî darazê jî xelas dike. Dê plana tasfiyekirina HDP’ê pûç derkeve. Ez hêj Hêvseroka Giştî ya HDP’ê me. Ez hêj wekîla gel im. Ez dê bi heman biryarê têkoşîna xwe ya siyasî berdewam bikim. Dibe ku mazbata hatibe girtin, lê nikarin wekîltiya gel ji min bigirin."

'EM REWATIYA XWE JI GELÊ XWE DISTÎNIN

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, endam û rêveberên HDP, DBP'ê jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan Yuksekdag parastin kir. Yuksekdag, diyar kir ku bi van guhertinan qanûna bingehin perçe perçe kirin û wiha got: “Ez bi maddeyek ku heta niha nehatiye bikar anîn ji parlameneriyê hatin xistin. Em siyasetê ji bo qamam nakin. Berî bibim wekîl jî di nava gel de bûm. Wekîltiya min bi siyaseta navendî hatiye xistin. Em wekîltiya xwe bi masbatayan nastînin. Em bi vîn û baweriya gelê xwe li vir in. Me ji destê erkdaran peywir negirtiye. Me ji jiyana kolektif a kolanan hêza xwe girtiye. Xistina parlamenteriya me me hêz û erka me ya nava gel naxe.

DIXWAZIN CIHÊ JINÊ DI NAVA CIVAKÊ DE NEHÊLIN

Yuksekdag, anî ziman ku armanc dikin ku jinê di nava civakê de bixin û bê hêz bikin û wiha berdewam kir: "Dixwazin jinê di nava burokrasi, hilberîn, qada kar û siyasetê de bixin. Ez bûm dengê jinê yê nûnertiya wekhev a siyasî. Di dîroka Tirkiye de yekem car di bin baneya HDP'ê de Koma Jinê li Meclîsê hat avakirin. Ev darizandin û xistin li djî vê yekê pêk hatiye. Ez bûm nûnera hemû jinan. Min xwest cihê jinê yê nava siyasetê pêş bixim. Lê hêza îktîdarê li hemberî vê yekê dibe asteng. Tenê sûcê min rola jinê min qebûl kiriye. Ji ber ku min rol û rista jinê da ser xwe ez têm darizandin. Ev ne darizandinek şexsî ye. Di şexsê min de vîna 6,5 milyon mirovên dengê xwe daye min û pêşeroja Tirkiye tê darizandin. "

EM DÊ BIBIN SED WEKÎL Û VEGERIN

Yuksekdag, anî ziman ku çawa ev gel bi tang, top xerakirin û wêrankirinê serî danenî, bi xistina parlamenteran û girtina parlamenteran jî serî danîne. Darbeya ku di 15'ê Tîrmehê de pêk hat îro li meclîsê pêk tê. Ji ber ku kesên li ruyê wan binerin û siyasetê bikin tune êdî li kolanan êrîşî der û dorê dikin. Şert û merc çi dibin bila bilin em dê di aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk de israr bikin. Hilbijartina 7'ê Hezîranê encama vê yekê ye.
Îro daraz û çapemenî di bin kontrolê de ye. Li vî welatî medya ketiye destê leşkerî û îktîdarê. Dîsa daraz bûye maşika destê îktîdarê. Hemû di destê îktidarê de bûne êsîr. Yên xizmeta wan nekin wan ceza dikin. Dibe ku em têkevin nava çar dîwaran, Lê dîrok şahid e ku dê dê ev dîwar bê hilweşandin.
Yên hêza xwe ji pere û çekan digirin îro tenê mane. Em hêza xwe ji gel digirin. Em yek wekîl biçin em dê sed wekîl vegerin.

Heyeta dadgehê piştî rûniştinê doz taloqî 18'ê Nîsanê kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Amed Geverî ku 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê di 27'ê Çile de der barê wî de biryara girtinê dabû, li pêş edliyê daxuyanî da û wiha got: "Ev bûye lîstika şano êdî. Armanca vê darizandinê pir aşkere ye."