Ji Girtîgeha Antalyayê name: Pêkanîn li dijmirovî ne

ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimînin bal kişandin binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wiha gotin: “Piştî OHAL’ê em bi pêkanînên dij mirovî re rû bi rû dimînin. Girtiyê bi navê Abdulkadîr Akdogan di bin gefan mirinê de ye.”


Girtiyên siyasî yên li Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimînin bi riya malbatên xwe nameyek şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtÎgehê. Girtiyan diyar kirin ku piştî êrîşa li li navçeya Kemerê ya Antalyayê girityê binavê Abdulkadîr Akdogan di bin çavan re rastî îşkenceyek mezin hatiye û her tim bi gefa mirinê re rû bi rû ye.

DI KAWIŞÊ 7 KESÎ DE 30 KES DIMÎNIN

Girtiyan da zanîn ku bi KHK’yên bi OHAL a ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin hatin derxistin kapasîteya girtîgehê tejî bûye û salona sporê, atolye û odeyên hobiyan kirine kawîş. Girtiyan bi lêv kirin k udi kawişên 7 kesî de 30 kes tên girtin û wiha gotin: “Serlêdanên girtiyên nexweş ên ji bo revîrê piştî 10 rojan bersiv tê dayîn. Ji berk u bi kelepçekirî dermankirinê li girtiyan ferz dikin girtî bêyî ku derman bibin vedigerin girtîgehê. Em nizanin ku name û daxwaznameyên me digihin cihên pêwîst yan na. Dema em derketin hevdîtinê em fêr bûn ku derbarê me de lêpirsîn hatiye vekerin û cezayê disîplînê hatiye birîn. Her wiha saetên hevdîtinê kên kirine û xistine 20 deqe.

ÎDÎAYA Lİ MIDÛRYETA POLÎSAN ÎŞKENCE

Girtiyan da xuyakirin ku kesên ku nû tên girtin û cara yekemîne dikevin girtîgehê naşînin cem wan û ev tişt diyar kirin: “Bi gef û îşkenceyê wan dibin kawişên îtîradkaran. Kesên kudixwazin bên kawişên me bi gefa ‘ger hûn biçin nava rêxistinê em ê we bikujin’ re rû bi rû dimînin. Girtî Abdulkadîr Akdogan li midûryeta polîsan rastî îşkenceya ceyranê hatiye. Akdogan li girtîgehê jî rastî gerfên mirinê tê. Midûryetê ji îdareya girtîgehê re gotiye ku ger Akdogan biçe nav girtiyên PKK’î wî înfaz bikin. Akdogan bi birîndarî di hucreya yek kesî de tê girtin. Akdogan ji bo ji hücreye derbikeve daxwazname da û li dijî daxwaznameya Akdogan gardiyanên A.P., M. û Y. jê re gotine ‘ger tu biçî mav PKK’iyan emê fermana midûryetê bi cih bînin’.”