AMED - Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gûlcîhan Şîmşek tekîldarî dorpêça 13 rojin li gundê Xerabê Bava didome diyar kir ku hilweşandina li Nisêbînê îro gundê Xerabê Bava didome. Şîmşek, bang li hemû sazî, komele û parazvanên mafên mirovan kir ku li Xerabê Bava xwedî derkevin.
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) tekîldarî qedexeya derketina kolanan û dorpêça li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku 13 rojin didome, li avahiya DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidarxistin. Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gûlcîhan Şîmşek û Aligirê Hevserokê Giştî ya DBP’ê Mehmet Arslan ku bi rojanin di nabeta gundê Xerabê Bava de bûn, beşdarê civînê bûn. Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gûlcîhan Şîmşek balkişan kiryarên hêzên dewletê ya 13 rojin li ser gundê Xerabê Bava didome û wiha got: "Hewldanên heyeta ku partiya me jî navde bê encam mane û bi tu avayî xwe negihandîne Waliyê Mêrdînê û Qeymaqamtiya Nisêbînê." Şîmşek anî ziman ku ketina heyetê ya gundê Xerabê Bava jî tê astengkirin û wiha got: “Bi hinceta ‘Operasyon didome’ nahêlin ku em têkevin gund. Her wiha tû tekilî bi gund û gundiyan re tûne ye. Li gund binpê kirina mafên mirovan yên giran tê jiyîn.”
‘BI VAN POLÎTÎKAYAN PIRSGIRÎKA KURD XELAS NABE’
Şîmşek dest nîşan kir ku ji salên 1990’î ve li heremê rewşa awarte didome û wiha domand: “Ji zêdeyî 4 hezar gundan hat şewitandin û valekirin. Xerabê Bava jî salên 90’î hatiye valekirin û ji nû ve jî hatiye avakirin. Êrîş û dorpêçên îro jî encamê polîtîkayên ewlehiyê ne. Îşkence û zilma li ser gundiyan jî nayê qebûlkirin. Daxuyaniyên ‘Hewcehiyên gundiyan tê çareserkirin’ jî rastiyê nîşan nade. Li ser van re jî têketina gund tê astengkirin. Pirsgirîka kurd, gelê kurd û yên îro tê jiyîn bi polîtîkayên 40 salan xelas nabe.”
BANGA XWEDÎ DERKETINA XERABÊ BAVA
Şîmşek, destnîşan kir ku rewşa li gundê Xerabê Bava rewşa Tirkiye ya li dervê hiqûq û demokrasiyê nîşan dide û wiha berdewam kir: “Wêneyên gihiştî destê me rastiyan derdêxe holê. Bi gundê Xerabê Bava re li ser 2 gundên din jî dorpêç destpê kir. Dive rayedarên dewlet û hikumetê derbarê Xerabê Bava daxuyanî bide.” Şîmşek hikumetê jî ji ber polîtîkayên tê meşandin hişyar kir û banga xwedî derketina Xerabê Bava li saziyên mafên mirovan a navnetewî kir." Şîmşek da zanîn ku nobeta dane destpê kirin, heta dorpêç rabe dê bidome û got: “Hêzên li Xerabê Bava hêzên tarî ne. Ev vê yekê ji Nisêbînê dizanin. Hilweşandina Nisêbînê li Xerabê Bava berdewam dike.”