Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin

EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê 4 girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin.

Girtiyê bi navê Taner Taş û 3 hevalên xwe yên ji Girtîgena Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê di 10'ê mijdarê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê hatin kirin. Girtiyên ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin. Birayê Taner Taş, turan Taş têkîldarî mijarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. Taş got ku birayê wî bi telefonê agahî daye wan.

Taş destnîşan kir ku birayê wî gotiye dema ku girtiyan lêgerîna tazî ya ku hatiye ferzkirin qebûl nekirine hatine derbkirin û piştre jî ew girtine qewîşan. Taş bilêv kir ku di vî pêvajoyê de ji jiyana girtiyan bi fikar in û bang li Wezareta Dadê kir xwest peywira xwe bi cih bînin.