AMED - Rojnameger Hayatî Yildiz ê 6 roj berê hat binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hat naşînin nexweşxaneyê.
Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Hayatî Yildiz ê şeva 17'ê Sibatê de li Amedê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Amedê rastî işkenceyê hat, nayê dermankirin. Yildiz dema hat binçavkirin ji aliyê polîsên bi maske ve rastî îşkenceyê hatibû. Parêzera Yildiz, Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku yên dibin çavan de tên girtin, rojane ji aliyê doktorên tên miduriyeta polîsan ve tên kontrolkirin û li gorî ku doktor got 'Di hestiyê aliyê rûyê rastê yê Yildiz de derizîn çêbûye' Lê dîsa nebirin nexweşxaneyê. Parêzer Kaleli anî ziman ku ji ber nexweşiyên berdewam yên Yildiz ji bo dermankirine doktor Yildiz sewqî nexweşxaneyê dikin lê polisan ji wê re gotine: Ji ber personelên me kêmin em nikarin wî bibin nexweşxaneyê.’
Parêzera Yildiz, Kalelî anî ziman ku her çend bi rojane mûwekîlê wê di bin çavande tê girtin jî, lê hîn ji ber çi hatiye binçavkirin bi wan re tu agahî nehatiye parvekirin û hejmara lêpirsîna wî jî nîne. Kalelî, der barê lêdan û îşkenceya li mûwekilê wê hatiye kirin li dozgeriyê gilî kir.