Kepçe şandin gundê Talatê yê qedexe hat ilankirin

MÊRDÎN - Li gundê cîranê Xerabê Bava Talatê ku duh xedexeya derketina derve hat îlankirin, îro kepçe şandin nava gund. Hat zanîn ku bi kepçeyan dest bi xerakirinê kirine. Hat zanîn ku heta niha 4 kes li gund hatin binçavkirin.

Walîtiya Mêrdînê duh diyar kir ku li gundê Talatê û Cibilgiravê qedexeya derketina derve îlan kirine. Li gundê Xerabê Bava dorpêç û qedexeya derve ya 13 rojan berdewam dike. Li gundê Talatê û Cibilgirav ê 7-8 kîlometre dûrî Xerabê Bava ye qedexe 2 rojin didome.

BERÊ XANIYAN XERA DIKIN PIŞTRE DIŞEWITÎNIN

Welatiyê gundê Talatê ku li Nisêbînê dimîne jî diyar kir ku kepçeyên ketine gund bi kepçeyan berê xaniyan xera dikin û pitre dişewitînin. Şêniyê gund diyar kir ku heta niha du xanî hatine xerakirin.

4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Hat zanîn ku qedexeya derketina derve ya malan didome. Hat zanîn ku destûr nadin ku kes serê xwe ji derî derxin û heta niha 4 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku li gunt şebekeya telefonan nakişînin û kesê bi navê Necat Yildiz, Şahap Yalçin, Abdurrahman Oker, Mecit Gunduz hatine binçavkirin.