Demîrtaş: Navnîşana min Meclîsa Tirkiyeyê ye

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bi SEGBÎS'ê beşdarî doza li Stenbolê bû. Demîrtaş pirsa dadger a navnîşanê bersivand û got "Navnîşana min Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê ye. Dozger mecbûrin rêz nîşanî partiya min û nêrînên min ên siyasî bidin.”

Runîştina doza Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi îdîaya “gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye” hat vekirin, li 34’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Anadoluyê hat dîtin. Demîrtaş bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tevlî dozê bû. Gelek parêzer jî li dadgehê amade bûn.

NAVNÎŞANA XWE WEKÎ TBMM NÎŞAN DA

Doza bi tesbîtkirina nasnameyan destpêk kir, Demîrtaş li ser pirsa navnîşana te li kuye bersiva “Meclîsa Mezin a Gelan a Tirkiyeyê” da.

Demîrtaş di parastina xwe de ev tişt gotin:

“Ez bawer dikim ku ji bo îdîanameya hatiye amadekirin ne hewceye ku parastinek dirêj bikim. Ger ku doz hatibe vekirin, li pêşberî we me ji ber rêzdariya meqama darizandinê ezê parastina xwe pêşkêş bikim. Ez wekî parlamenterekî ku destnedayîna wî hatiye rakirin û hêjî destnedayîna wî berdewam dike li pêşberî we me. Bi îdîaya gef li çapemeniyê û rojnameyê xwariye û gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye têm darizandin. Ez hêjî serokê giştî ye partiya ku 6 milyon deng girtiye û parlamentere Stenbolê me.

MAFÊ MIN Ê DARIZANDINA ADILANE JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN

Li 30 bajarên Tirkiyeyê dozên derbarê min de hatine vekirin hene. Ez dixwazim bêjim ku bi ringe birina dozan wekî rûmet xistinê dibinim û ev ne mimkûne jî. Ji ber vê mafê min ê darizandina adilane ji holê hatiye rakirin û wiha tên darizandin. Tê îdîakirin ku min ‘gel teşwîqê kîn û dijminatiyê kiriye’. Di îdîanameyê de min ev sûc çawa kiriye bi şênber ne hatiye gotin. Heqareta li dijî rojnameyekê çawa dikeve ber TCK-216 yê min fêm nekiriye. Ev îdîanameya ku ji bo kampanyaya lînckirina Selahattîn Demîrtaş hatiye amadekirin dixwazin ez jî alîkariyê bidim.

'DOZGER MECBÛRIN RÊZ NÎŞANÎ PARTIYA MIN BIDIN’

Ez siyasetmedarekim û mecbûrim parastiya xwe li gorî nasnameya xwe ya siyasî bikim. Sernavê daxwaznameya giliyê ya parêzeran hatiye guhertin û wekî îdîaname hatiye nivîsîn. Dema ez ji odê derxistim û anîm vir min li îdîanameyê nêrî. Wekî kesekî qanûnan ez ji ber vê îdîanameyê xemgîn bûm. Meqama îdîayê û dozger dibe ku nirx nedin partiya min lê mecbûrin rêz nîşanî partiya min û nêrînên min ên siyasî bidin. Ger tu hevokek daxwaznameyê ne guherî û bêjî îdîaname ev nabe îdîaname. Li gorî îdîanameyê di navbera axaftina min û êrîşî li ser rojnameyê de girêdanek heye.”

Doz didome.