RIHA/ EDENE - Bertekên li dijî xistina parlamenretiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag zêde dibin û bertekek ji Riha û Edeneyê hat. Di daxuyaniyên ku têde hat gotin “Fîgen Yuksekdag vîna me ye” de hat diyarkirin ku dê civak di referanduma 16’ê Nîsanê de bi denge “Na” bersivê bide.
Bertekên li dijî xistina parlamenretiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag zêde dibin û bertekek ji Riha û Edeneyê hat.
Di civîna hevpar a Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP û DBP’ê yên Rihayê de hat diyarkirin ku biryara derbarê Yuksekdag de “di hikmê na de ye”. Di civîna li avahiya HDP’ê ya Halîliye hat li darxistin de Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan û gelek welatî amade bûn.
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku bi xistina parlamenteriya Yuksekdag dixwazin di referandumê de gel biçewisînin û wiha got: “Em ê li dijî binçvkirin, girtin û zextan bi dengê herî bihêz bêjin Na.” Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan bertek nîşanî polîsên derdora avahiyê dorpêçkirine da û wiha goo: “Em niha nikarin li ber derî daxuyaniyê bidin. Ji ber ku polîsên tîmên taybet bi çekên xwe li ber derî nobetê digirin. Sivîlên dikevin vir di bin zextan de ne. TBMM’ê bi çend gotinên li Lijneya Giştî ya Meclîsê parlamenteriya Hevserokek jin a yekaneye li Meclîsê xist. Em vê biryarê nas nakin. Ne hedê kesekê ye û kesek nikare parlamenteriya Yuksekdag bixîne.”
'ER Ê JI SEDÎ 40 KÊMTIRE’
Ocalan, bal kişand ser daxuyaniyên referandumê û wiha pêde çû: “Em nikarin derbarê referandumê de daxuyaniyekê jî bidin lê çima partiya îktîdarê dikare derbikeve û bi serokomar re propagandayê bike. Piştî parlamenter, hevserok û rêvebirên partiya me hemû hatin girtin, kesek nikare bêje ku em d idirtên demokratîk de ber bi referandumê ve diçin. Dengê ‘Erê’ nikarin wiha zêde bikin. Dengê ‘Erê’ ji sedî 40 kêmtire. Ji ber vê rastiyê êrîşî gel dikin. Ji sedî 90’ê civakê dibêje ‘Na’ divê partiya îktîdarê vê bibine.”
‘DIXWAZIN LI XERABÊ BAVA ÇI BIKIN?
Ocalan, diyar kir ku li Gundê Xeraba Bavê 13 rojin li welatiyan îşkence te kirin û wiha got: "Li wî gundî dixwazin çi bikin? Dixwazin bi bi vî rengî dengê wan ji wan bigirin. Dixwazin Tirkiye bi terorîzmê bi rêve bibin.
'DIXWAZIN PANÎKÊ PÊŞ BIXIN'
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê û Rêveberiya HDK'ê ya Edeneyê jî bi armanca xistina parlamenteriya Yuksekdag li avahiya HDP'ê ya Edeneyê civîn pêk anî. Di civînê de endam û nûnerên EMEP, ESP, DBP û gelek kesên din amade bûn. Endama HDP'ê Hatice Kavran daxuyanî da û wiha got: "Cezayê ku li Selahattin Demirtaş birîn û xistina parlamenteriya Yuksekdag darbeya li hemberî vîna milyonan e. AK Partî nikare hilbijêrê xwe îkna bike ji ber vê yekê dixwaze di milê "Na" de tirs û panîkê ava bike.
Kavran, bal kişand ser dorpêç û qedexeya li ser gundê Xerabê Bava wiha got: "Bersîva van êrîş û polîtîkayan dê di 16'ê Nîsanê de wekî "Na" di sindoqê de be der. Em ji 6 milyon hilbijêrên HDP'ê dixwazin ku ji bo parastina vîna xwe û li dijî xistina wekîltiya Figen Yuksekdag bêjin "Na" û ji bo "Na" bi rêxistin bikin.
Seroka EMEP'e ya Edeneyê Sevil Aracı Bek jî anî ziman ku ew parêzera Yuksekdag û ji ber ku gor ziyaret kiriye ceza lê hatiye birîn. Bek, anî ziman ku biryar siyasî ye.