MÊRDÎN - Heyeta ku ji gelek nûnerên rêxistinen civaka sivîl pêk tê, 15 kîlometre ji gundê Xerabê Bava maye re ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Heyet li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Heyeta ku di nava wan de Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay, ji Komeleya Derûnînasî ya ji bo Piştevaniya Civakê Ebru Ergun, nûnerên Yeketiya Tabîbên Tirk (TTB) ên Amed, Mêrdîn û Wanê, hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan û Dayîkên Aştiyê hene, ji bo tiştên li gundê Xerabê Bava, Talatê û Cibilgiravê yên Nisêbîna Mêrdînê tên jiyîn hîn bibin hatin Nisêbînê.
15 kîlometre mabû ji gundê Xerabê Bava heyet ji aliyê leşkeran ve hat astnegkirin.
HEYETÊ DEST BI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIR
Bahadir Altay û Mehmet Alî Aslan ku bi rayedarên leşkeran ên bi wesayîtên zirxî pêşiya heyete birîn re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku ew ji ber îdîayên di rojevê de ne dixwazin biçin gund. Altay da zanîn ku ew serpelê teqawît bûyiye û xwest bi leşkerên operasyonê didin meşandin re jî hevdîtinê pêk bîne. Leşkerên ku da zanin operasyon ji aliyê wan ve nayê meşandin û ji ewlehiya herêma lê ne berpirsyarin.
Heyeta ku destûra derbasbûna wan ne hat dayîn li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Hat dîtin ku dema çalakiya rûniştinê didome welatiyan di saetên nimêjê de nimêjên xwe kirin û dua kirin. Plakayên aîdî heyetê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û ji herêmê ambulans derbas dibin.