Pêdivî bi şopandina revandina rojnameger nedît

ENQERE - Dozgerê Komarê yê Enqereyê, bersîv da giliyê Rojanemger Bariş Boyraz ê ku li kolana Enqereyê ya çûn û hatina wê herî zêde hat revandin, biryara neşopandinê da.

Serlêdana sûc a rojanemger Bariş Boyraz ku beriya niha ji Azadiya Welat a hatiye girtin re xebitiye, ya derbarê kesên xwe wekî polîs nîşandan û ew revandin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve biryara neşopandinê hat dayîn.

Di biryara agahdarkirinê de ev tişt hatin gotin: “Ji bilî îdîaya sûc a gazîndeker ji ber tu delîlên şênber ên derbarê dozê de ne hatine dîtin biryar hat girtin ku tu hewcehî pê tune ye.”

‘GER TU BIRIBIN CIHEKÎ Û TU HIŞYAR KIRIBIN MA ÇI ÇÊBÛ YE’

Boyraz k udi 23’yê Çileya 2017’an de ji bo derbarê kesên ew revandine serlêdana sûc bike çû edliyeyê got ku serdozger ji wî re gotiye “Li welat ev qas êrîşên bombeyi pêk tên. Ger tu biribin cihekî û tu hişyar kirinin ma çi çêbû ye.”


ÇI ÇÊBÛBÛ?

Rojnameger Bariş Boyraz li kolana Guvenparkê ya Enqereyê di 18’ê Çileya 2017’an de ji aliyê du kesên xwe wekî polîs nîşandan ve hat derpkirin û hat revandin. Boyraz, di wesayîta hatî revandin de rastî gef û derpkirina polîsan hat li cihek din ji aliyê wesayîtek spî ve hat rawestandin, mîzansena rizgarkirinê dabûn avakirin û di heman rojê de li navçeya Golbaşiyê hatibû berdan.