AMED - Rêxistina HDP, DBP, DTK û TJA ku li Amedê "Na" bi rêxistin bikin, starta xebata referandumê dan. Saziyan Koordinasyona Bajar ava kir û dê bi silogana "Teqez dê azadî bi ser bikeve" srart dan.
Di pêşengiya rêxistinên HDP, DBP, DTK û Tevgera Jinên Azad (TJA) de Koordînasyona Bajar a Referandumê hat avakirin. Piştî Koordinasyona Bajar hat avakirin, li pêş AZC Plaza ya Ofîsê daxuyanî dan û srarta xebatên refreandumê dan. Koordinasyona bajar, xwest li kolanê şahiyekê pêk bîne, lê polisan bi hinceta OHAL'ê destûr neda û asteng kir. Li ser vê yeke Koordînasyonê daxuyanî da û starta xebatê dan. Hevserokê DBP'ê Mehmet Zekî Baran, diyar kir ku di 16'ê Sibatê de bi awayekî fermî srarta xebatan dane û wiha got: "Di şertê OHAL'ê de zext zêde bûn. Baran, anî ziman ku pêdiviya Tirkiye bi qanûna bingehîn ya nû heye. Ji bo pergala serokdewletiyê teqez bikin qanûnê diguherînin. Lê ev qanûn xizmeta aştî, aramiyê nake."
Baran, anî ziman ku AKP 14 salin pergala xwe dispêre civakê û wiha got: "Ger ku di referandumê de ji sedi 80 deng bigirin jî demokratîk û rewa nabe. Kenan Ewren jî ji sedî 92 erê girt. Lê ev nayê wateya rewa ye.
TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN
Baran, anî ziman ku di demên dawî de yên dibêjin "Na" wekî terorîst tên tawanbarkirin û ev jî tirsa wan a windabûnê nîşan dide. Baran, bilêv kir ku ew ji her demê bêtir bi hêz in û ew dê teqez bi ser bikevin. Baran xwest her kes teqez biçe ser sindoqan û ew dê teqes bi ser bikevin."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.