MÊRDÎN - Piştî gundê Xerabê Bava, hat îdiakirin ku li gundê Talatê jî mal tên rûxandin û hat derpêşkirin ku li gund du kes winda ne.
Li gundê Talatê û Cibilgiravê yê Nisêbîna Mêrdînê, piştî qedexeya hat îlankirin hat îdiakirin ku li van gundan mal tên rûxandin. Serê sibehê ji gundê Talatê welatiyên bi navê Necat Yildiz, Şahap Yalçin, Abdurrahman Oker, Mecit Gunduz hatin binçavkirin û hat îdiakirin ku Osman Akbaş û Berdan Akbaş winda ne û li gundê Cibilgiravê jî welatiyê bi navê bedirhan Kutlu hatiye binçavkirin. Her wiha hat derpêşkirin ku, li herêmên pevçûn li diqewimin, mal tên rûxandin û nayê zanîn kes di van malan de hene ya na.
Welatiyekî yê nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku berî qedexe bê îlankirin ew bi rojekê ji gund derketiye û diyar kir ku, herî dawî wî vê sibehê bi xizmên xwe yên li gund re bi telefonê axiviye. Gundî agahiyên jê re hatin parve kir û wiha got: "2 kepçeyên bipalet û yek jî ya tiştan dişkîne ketin gund. Li herêmên pevçûn lê hene, mal tên rûxandin û destûrê nadin ku kesên di vana malan de ne derkevin derve. Mirov di hundurê malan de ne û wan dirûxînin."
DU KESÊN MALÊN WAN HATIN RÛXANDIN WINDA NE!
YWelatî diyar kir ku mala du extiyarên hevjînên hev in jî rûxandine û got, xizmên wan ên li gund gotine leşkeran her du kesên extiyar îşkence kiriye. Welatî got du kes jî winda ne û wiha domand: "Osman Akbaş û kurê wî Bedran ên mala wan hat rûxandin niha wind ane. Em nizanin li kuderê ne. Sax in mirî ne em nizanin. Kes jî nizane."
‘ÎŞKENCE LI KEYAYÊ GUND KIRIN'
Welatî, diyar kir ku bi awayekî dijwar keyayê gund jî îşkence kirine û wiha got: "Ji bo wî rakirin ambulans hatiye, lê destûr nedane. Leşker li 3 malan bi cih bûne. Piştî li qada gund pêl serê keya Mehmet Uzun kirine, paşê ew avêtine ber dîwarekî."
‘NAHÊLIN XWENDEKAR BIÇIN MALÊN XWE'
Welatî, gund danê sibehê beriya qedexe li gundê Talatê bê îlankirin, xwendekarên çûbûn dibistana li Akarsuyê, paşê nikaribûne vegerin malên xwe û wiha ragihand: "Êvarî dema xwestin bên gund, li têketina gund leşkeran ew rawestandine û destûra têketina wan nedane. Tevî ajokarê serwîsê li maleke 600 metre dûrî Talatê ye asê mane." Welatî got, wî bi ajokarê serwîsê re axiviye û gotiye, "Li malê kêmasiya av û nan heye."