AGIRÎ - Riya qeyûmê ku tayînî şaredariya Diyandînê hat kirin bi deriyê hesin hat girtin.
Pêkanînên Qeymeqamê navçeyê Mekan Çevîren ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Diyadîna Agiriyê hat kirin ên ku gel bêzar dike berdewam dikin. Qeyûmê ku destpêkê riya taxa Îsaaga yê ku li pişt şarediriyê ye bi bariyeran girt, niha jî riya ku ji rojhilat ve tê şardariyê bi deriyên hesin ji hatin û çûyînê re girt.
Welatiyên ku kolana bi roj tê vekirin û bi şev tê girtin bikar tînin diyar kirin ku ger bi şev kesek nexweş bikeve an jî karekê kesan derkeve nikarin wê rêyê bikar bînin û mexdûr dibkin.