MÊRSÎN - Mehmet Sedef ê li Akdenîzê bêmal û li kuçeyan dijî, bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike û zêdeyî 50 pisîkên li kuçeyan xwedî dike.
Mehmet Sedef (52) ê li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bêmal e û ji neçarî li kuçeyan dijî, bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike û di heman demê de jî li zêdeyî 50 pisîkên jî dinihêre. Sedef, bi pereyên ji berhevkirina kaxezan bi dest dixe û alîkariyên ji bo wî tên kirin, 10 sal e li pisîkên terkî kuçeyan hatine kirin û êdî bûne hevalên wî dinihêre. Sedef, diyar dike ku ew biçe kuderê pisîk jî didin dû wî û dibêje û dibêje, pisîk hevalên wî yên herî baş in.
‘EM BIRÇÎ BIN JI XWE BIRÇÎ, TÊR BIN JI XWE TÊR IN'
Sedef, diyar kir ku ew bi hemû pêdiviyên pisîkan re eleqedar dibe û wiha lê zêde kir: "Em ji hev naqetin. Kuçe bi kuçe bi hev re ne. di navbera min û wan de tu cudahî tune ye. Ez jî li kuçeyan dijîm, ew jî. Em pir baş li hev dikin. Carinan ez bi wan re sohbetê dikin. Ez hemû giyanewerên li keçeyan fêm dikim. Heke birçî bim ew jî birçî ne, têr bim ew jî têr in."
‘DIXWAZIM MIROV BI HESTIYARÎ TEVBIGERIN'
Sedef, anî ziman ku ji ber şert û mercên zivistanê ew rastî zehmetiyan tê û got, pirsgirêka wan a herî mezin jî tunebûyîna hêwirgeheke wan e. Sedef, da zanîn ku esnafên wî nas dikin hem alîkariya wî dikin û hem jî ji bo wî serî li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî didin û anî ziman ku, lê belê heta niha tu encam derneketiye holê.
Sedef, ê got hin kes bi çavên biyaniyî li wî dinihêrin, diyar kir ku ew ê çîroka xwe venebêje. Sedef, anî ziman ku ew bê kes û bê mal e û li kuçeyan dijî û dest nîşan kir ku, bi lênihêrîna pisîkan ew tiştekî baş dike.