KOCAELÎ- Serokê Şaxa Komeleya Piştevaniya Berastengên Dîtinê ya Kocaeliyê Duran Karaman, anî ziman ku ji bo welatiyên berasteng di referandûmê de dengên xwe bi kar bînin, pêdivî bi pisûlaya qepişandî heye.
Serokê Şaxa Komeleya Piştevaniya Berastengên Dîtinê (GORSEM) ya Kocaeliyê Duran Karaman, ê ew bi xwe jî miyop e, balê kişand ser kesên pirsgirêka wan a dîtinê an jî qet nabînin heye û diyar kir ku, ew dixwazin di referandûma 16'ê Nîsanê de deng bi kar bînin û ji bo vê divê astengiyên fizîkî yên li pêşberî wan ji holê bên rakirin.
'TU TIŞTEKÎ KU MAFÊN BERASTENGAN BI PÊŞ VE BIXIN TUNE YE'
Karaman, diyar kir ku ew geşedanên siyasî û aborî dişopînin, ji bo şermezarkirina derbeyan ew dadikevin qadan û wiha got: "Lê di warê pirsgirêkên me de, em rastî tu hestiyariyê nayên. Em nikarin randevuyan ji serokên şaredariyan bistînin. Em ji Şaredariya Dîlovasi an jî Şaredariya Daricayê randevuyê dixwazin, lê em nikarin. Her wiha rêveberên bajêr ên partiyan balê nakşînin ser vê mijarê." Karaman, da zanîn ku di gelheya Tirkiyeyê de rêjeya berastengan ji sedî 12 ye û divê ji bo wan hin tevdîr bên girtin.
Karaman wiha domand: "Niha li pêşberî me pakêta guherandina Qanûna Bingehîn heye, helbet di vê pakêtê de ji bo pêşvebirina mafên berastengan tu tiştek tune ye. Yanî ji dêvla 500 parlemnterî dê bibe 600 parlementer, dê tiştek ji bo me neguhere. Heke bibe 600 parlementer, dê hejmara parlementerên berasteng biguhere? Dê tiştek neguhere."
Karaman, got ew ê di 25'ê Adarê de pakêta guherandina Qanûna Bingehîn berpêşî endamên xwe bikin û wiha axivî: "Piştî nirxandina pakêtê, êdî gotina 'Erê' an jî 'Na' girêdayî însafa wan e."
'EM PISÛLAYA QEPIŞANDÎ DIXWAZIN'
Karaman, anî ziman ku divê di hilbijartinê de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) wan jî bifikire û wiha got: "Dema ez deng bi kar bînim, naxwazim hin kes referqatiya min bikin, bi alîkariya wî/wan naxwazim dengê xwe bi kar bînim. Heke pisûlayeke qepişandî bê bikaranîn, em ê jî bi rihetî karibin dengê xwe bi kar bînin. Çima vê ji me re zêde dibînin?"
Karaman, dest nîşan kir ku êdî ew naxwazin bi alîkariya hin kesan deng bi kar bînin û diyar kir ku, ew nizanin kesê refeqatkar li ser navê wan kîjan dengî bi kar tîne. Karaman wiha axivî: "Ez nizanim refeqatkar dengê min çaw abi akr tîne. Hîn jî bi şik û guman im, ku dengê min ê heta niha bê çûne kduerê. Niha jî dibêjin dê di referandûmê de yek spî yek jî tirîncî du pisûla hebin. Ez ê çawa rengê pisûlaya dengê bibînim?"
'HEKE SERERASTKIRINEK ÇÊNEBE EM Ê JI BO ÇI DENG BI KAR BÎNIN'
Karaman, dest nîşan kir ku ew bêyî alîkariya kesekî/ê dixwazin di referandûmê de bi pisûlayên qepişandî deng bi akr bînin û ragihand ku, wan di hilbijartina dawî de li qatên yekemîn ên dibistanan deng bi kar anîne, lê li gel vana jî ew rastî zehmetiyên dijwar hatine.
Karaman wiha domand: "Dixwazim dengê xwe bi kar bînim. Derdê min ew e ku zanibim dengê min diçe cihê ez dixwazim. Tenê em doza mafên xwe yên welatîbûyîna wekhev dikin. Em dixwazin bêyî asteng biçn bankamatîkan, sînemayan. Em naxwazin hin kes ji me re rojnameyan bixwînin. Heke di referandûmê de jî sererastkirineke wisa çênbe, em ê ji bo çi biçin deng bi kar bînin? Li ser navê xwe bêjim heke rewş wisa be ez ê bi nebikaranîna dengê vê protesto bikim."
Karaman, got ew wek ferdên civakê yên wekhev dixwazin bi hevdu re bikenin bi hevdu re bigirîn û wiha axivî: "Heta ku tu hebî em ê jî hebin. Ne bi dilşewitandinê, bi piştevaniyê heke rê li be rme bê vekirin dê bibînin ka em çi dikin."
'JI XWE EM WE BELAŞ VEDIGUHEZÎNIN!'
Her wiha Karaman, da zanîn ku di 2005'an de di warê gihaniya ji bo mirovên berastengê dîtinê hin sererastkirin hatine kirin, lê mixabin di pratîkê de tu nîşanyeke wê nehatiye dîtin.
Karaman, bi bîr xist ku hin berpirisiyariyên şaredariyê hene û wiha domand: "Pirgirêkên ku berasteng di qadên cemaweriyê, qadên hêşînahiyî, qadên parkî û wesayîtên gihaniyê de rastî wan tên di çarçoveya berpirsiyariyên şaredariyê de ne. Dema em di vê mijarê de giliyan dikin ajokar ji me re dibêjin 'Ma we ji me pirsiye? Ji xwe em we belaş vediguhezînin.' Ev şermeke mirovahiyê ye."
Karaman, diyar kir ku mirovên berastengê dîtinê bi perwerdehiyê ji weziyeta pêgirtina hin kesan derdikevin û vediguherin mirovên normal. Karaman, diyar kir ku mamsoteyên di bin banê komeleyê de bi riya bernameyeke bideng perwerdehiya kompîturê didin jî berasteng in.
Karaman, herî dawî bang kir ku, bi berhevkirina qalpaxên şîn ên şûşeyên petan hin pêdiviyên mirovên berasteng bi cih tên û xwest her kes di vî warî de bi hestiyarî tevbigere.
'JI BER REFEQATKARÊ MIN TUNE BÛ, AJOKAR XWEST MIN JI WESAYÎTÊ BAVÊJE'
Berastengê dîtinê û Alîgirê Serokê GORSEM'ê Recep Açikgoz (55) jî dest nîşan kir ku, divê di referandûmê de beasteng bi xwe dengê xwe bi kar bînin û got, ji bo vê jî pêdivî bi pisûlayên qepişandî heye.
Açikgoz, têkildarî zor û zehmetiyên ew wesayîtên ghaniyê jî wiha got: "Carekê ji ber refeqatkarêm min tune bû, ajokar xwest min ji wesyaîtê bavêje. Ajokar, ez tahm dam, ji ber vê birîndar bûm. Min giliyê wî kir. Paşê hîn bûm ku hezar û 300 lîre cezayê pereyî li ajokar hatiye birîn."
'EM DIXWAZIN BI VÎNA XWE DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'
Berastengê dîtinê û endamê GORSEM'ê Hasan Akbal (56) jî wiha got: "Dê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê çawa dengê min ê 'Erê' an jî 'Na' diyar bike? Êdî bêyî refeqatkar em dixwazin bi vîna xwe ya azad dengê xwe bi kar bînin. Lê em niha nizanin dê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê têkildraî me xebateke çawa bike."
Her wiha Akbal got, ji ber di wesayîtên gihaniyê de pergala beralîkirina bideng tune ye, ew rastî zehmetiyan tên.