Li şûna înternetê MOBESE anîn gund

WAN - Li têketin û derketinên gundê Otbîçer a Payîzavayê, gotin "Xetên înternetê tên kişandin", lê hat dîtin ku li şûna înternetê kamerayên MOBESE'yî hatin bicihkirin. Şêniyen gund bertek nîşan dan û gotin: "Nemehremiya me nema. 24 saetan em di bin çavdêriyê de ne."

Li têketin û derketin û qada taxê ya Taxa Otbîçer a navçeya Payîzava ya Wanê, ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Navçeyê ve kamerayên MOBESE'yî (Entegrasyona Pergala Mobîl Elektronîkê) hatin bicihkirin. Li navçeya 4 kîlometre dûrî navendê ye û 110 xane lê hane, 10 roj berê berê ji aliyê şîrketeke taybet ve MOBESE hatin bicihkirin û bi van kamerayan tax 24 saetan di bin çavdêriyê de ye. Kamerayên li dîregên bi bilindahiya xwe 20 metre ne û li cem mizgefta taxê ne hatin bicihkirin, bi rihetî hemû aliyên gund dibînin.

Niştecihên taxê diyar kirin ku rayedarên şîrketê gotine "Bila çavê we ronî be em xeta înternetê dikişînin", lê kamerayên MOBESE'yî bicihkirine û îdia kirin ku, paşê polîs hatine û gefên wek "Dê tu kes tiştekî bi van MOBESE'yan neke" li wan xwarine.

‘TU NEMEHREMIYA ME NEMA'

Ji niştecihên taxê F.M. yê ji ber ewleyiyê nexwest navê wî bê diyarkirin, got ew ji vê rewşê nerihet in û wiha bertek nîşan da: "Êdî em nikarin tu tiştî jî bikin. Em tim di bin çavdêriyê de ne. Cara ewil e ku em rasî rewşeke wisa tên. Em tim sewalkariyê dikin, ji ber vê li derve ne. Êdî em vê jî bi tirs dikin. Divê demildest ev bê rakirin. Tu nemehremiya me nema, bi rihetî hundurê malên me jî dibînin."

GOTIN ‘ÇAVÊ WE RONÎ BE' LÊ...

Ji niştecihên taxê S.M. jî got, rayedarên şîrketê yên MOBESE bi cih kirine gotine, "Çavê we ronî be xeta we ya înternetê tê." S.M., got paşê polîs bi wesayîtên zirxî hatine taxê û wiha axivî: "Ji me re gotib, 'çavê we ronî be' lê çavê me qet ronî nebû. Em ji vê rewşê zaf nerihet in, çimkî kamera heta hundurê mala me jî dibînin û me temaşe dikin. Paşê polîsên hatin gef li me xwarin û gotin, 'Dê kes dest nede van MOBESE'yan.' Li tu deverê sepandineke wisa tune ye, tenê li taxa me heye."