‘Qîmeta xwêdana eniyê nema'

QERS - Nalbendê dawî yê Qersê Maksut Ak, diyar kir ku êdî ew nikare çiraxekî jî bibîne û wiha got: "Berê mirov dixwestin bibin xwedî sinhetek. Niha dixwazin bibin xwediyê yat û qatan. Piştî her tişt bû makîne, sinhet jî bû pereyê nan. Qîmeta xwêdana eniyê nema ye."

Maksut Ak, li Qersê 52 sal e di atolyeya xw eya biçûk de nalbendiyê dike û li dijî sektora makînebûyînê bi sindan û çakûçê xwe li ber xwe dide. Ak, hema bêje temamiya temenê xwe di atolyeya xwe ya 10 metrekareyî de derbas kiriye û dibêje, dê piştî wî kes vî karî nedomîne.

'MIN TEMENÊ XWE DA VÎ KARÎ'

Ak ê 64 salî, her sibeh wek heycana roja ewilîn saet di 7'an de atolyeya xwe vedike. Tîne ziman ku, roj bi roj qîmeta keda destan kêm dibe û wiha dibêje: "Li vê kolanê wek Hoste Tosin min dinasin. Dema min çakûç wergirt, 12 salî bûm. Min emrê xwe da vî karî. Hemû rojê min li be rvê ocaxê bi sebrê, bi xwêdana eniyê derbas bû. Lê belê, êdî temenê min zêde ye û ez ê çend sal şûnde nikaribim vî karî bikim. Dê piştî min zarokên min li vê atolyeyê tiştên hazir, hûr û mûran bifiroşin."

‘JI BO TU KESÎ QÎMETA XWÊDANA ENIYÊ TUNE YE'

Ak, dibêje teknolojî her roj pîşeyekê dikuje û wiha vedibêje: "Êdî her tişt bû makîne û pêdivî bi me nema. Ji ber makînebûyînê pêşerojeke vî karî nema. Heke kesek hebûna û min ev pîşe nîşanî wî bidana, ez ê evqasî li ber neketema. Lê belê, her kes ketiye pêyî bi awyaekî rihet pereyan bi dest bixe. Ji bo tu kesî qîmeta xwêdana eniyê nemaye. Halbûkî di dema me de pîşeya herî berbiçav bû."

‘HEWLDANA MIN BADILHEWA YE'

Ak, diyar dike ku bi zêdebûn û pêşketina wesayîtên motorî pêdivî bi hespan nemaye û wiha dibêje: "Di demên dawî de êdî hsotetiya hesin dikim. Piştî wesayît derketin mirov êdî hesp xwedî nekirin. Êdî nalan li bin lingên hespan naxim. Lê ev hewldana min jî hewldaneke badilhewa ye. Çimkî makîne rojê bi hezaran hesinî çêdike, ez tenê ancax dikarim 100 hebî çêbikim."

‘SINHET ÊDÎ BÛ PEREYÊ NANÎ'

Ak, tîne ziman ku li dijî teknolojiya zûzûka pêş dikeve her roj sinhetakar kêm dibin û wiha didomîne: "Êdî mirov qîmetê nadin xwedêna eniyê, keda destan. Malên hazir ên fabrîqeyan bêtir ji wan re cazîb tê. Nizanin ku ew pereyan didin bi malên erzan. Ma keda destan wis aye? Bi dahata vî karî yat (keştiya geşt û seyranê ya taybet) û qat nayên kirîn. Tenê heqê nanê xwe bi dest dixim. Berê mirov dixwestin bibin xwedî sinhetekê. Niha dixwazin bibin xwediyê yat û qatan. Piştî her tişt bû makîne, sinhet jî bû pereyê nan."

Berivan Karataş - dîhaber