ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê, dest bi xebata raporkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê kir. Heyeta ji 50 kesan pêk tê, li 72 girtîgehên li herêmê rapora binpêkirinên mafan amade kir û hat diyarkirin ku, dê rapora hatiye amadekirin di meha Hezîranê de bi raya giştî re bê parvekirin
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), biryara raporkirina pêkanînên mafaên ên bi OHAL'a piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan zêde bûn da. Heyeta ji 52 kesan pêk tê, dê li 72 girtîgehên li herêmên Marmara, Ege, Çûkûrova, Anatolyaya Navîn, Behra Reş û Behra Spî bigerin û rapora binpêkirinên mafan amade bikin. Hat diyarkirin ku, ji bo her herêmê heyetên ji 4 an jî 10 kesan pêk tên hatine peywirdarkirin û tê payîn ku dê heta meha Hezîranê xebatên raporê bi dawî bibin û dê daneyên bi dest ketine bi raya giştî re bên parvekirin.
‘CARA EWIL E KU XEBATEKE WISA BERFIREH TÊ KIRIN'
Rêvebera Şaxa ÎHD'a Amedê Muhterem Suren, diyar kir ku ew ê li 72 girtîgehên li Tirkiyeyê bi girtiyan re hevdîtinan pêk bînin û binpêkirinên mafan qeyd bikin. Suren, got piştî demeke dirêj cara ewil e ku li girtîgehan ew ê xebateke wisa berfeireh bikin. Suren, diyar kir ku ewil ew li girtîgehên li Herêma Behra Spî geriyane, paşê li yên Herêma Egeyê û anî ziman ku, xebatên li girtîgehên Egeyê li ber qedandinê ne.
DÊ RAPOR BI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE BÊ PARVEKIRIN
Suren, ragihand ku di gerîn û hevdîtinên xwe yên li girtîgehên Tirkiyeyê de, wan bi awayekî aşkere dîtiye ku girtîgeh veguherîne cihwarên îşkenceyan û dest nîşan kir ku îşkenceyên piştî derbeya 12'ê Îlonê niha dubare li girtîgehên Tirkiyeyê di dewrê de ne. Suren, da zanîn ku rapora ku ew ê amade bikin, dê pêşî bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve bikin û wiha got: "Ji bo binpêkirinên mafan ên derketina holê bi dawî bibin em ê xebatên xwe bikin. Em ê van raporên xwe bi delîl berpêşî meqamên darazê bikin û daxwaza bi dawîbûna van binpêkirinên mafan bikin. Her wiha em ê vê raporê bi saziyên navnetewî yên em endamên wan in re jî parve bikin."