Têlên rêsayî yên binkeya leşkerî gor ji hev veqetandin

SÊRT - Li Sêrtê, piştî li ser girê ku Tirbeya Şêx Turkî, ku ji bo turîzma baweriyî cihekî girîng e, binkeya leşkerî hat çêkirin, gorên li dora tirbeyê ji goristanê hatin veqetandin û welatî ji ber têlên hatine bicihkirin nikarin serdana tirbeyê bikin.

Tirbeya Şêx Turkî ya li ser girekî bilind ê li ser Kolana Şêx Silêman a Taxa Sakaryaya Sêrtê ye, ji bo turîzma baweriyî ya bajêr xwedî cihekî girîng e. Di Tirbeya Şêx Turkî yê di nav gel de tê gotin ku gelek kerametê wê hene, tê diyarkirin ku ewliyayek tê de radizê. Li dor vê tirbeyê gelek gor hene.

Li cihê Tirbeya Şêx Turkî lê ye, demek berê binkeyeke leşkerî hat çêkirin. Tirbe, bi têlên aîdî binkeya leşkerî hatiye dorpêçkirin. Hin gir di nav têlên dorpêçkirî de mane û hin jê jî li derveyî wê mane. Welatiyên li taxê dijîn jî, ji vê rewşê nerazîne û diyar dikin ku ji ber van têlan turîstên xwecihî yên tên bajêr nikarin serdana tirbeyê bikin.

Ji niştecihên taxê welatiya bi navê Melahat wiha got: "Tirbe li pişt mala me ye. Berê em tevî hevalan her êvara înê diçûn û me dua dikir. Kesên ji derve dihatin Sêrtê serdana tirbeyê dikirin. Niha kes nayê. Êdî em jî nikarin biçin. Çimkî, ji ber binkeya leşkerî liw ir heye, carinan bûyer diqewimin. Em ditirsin. Divê li qadên mirov lê dijîn, binkeyên leşkerî neyên çêkirin. Heke bûyerek li vir biqewime dê bandorê li me jî bike."