ENQERE - Parlementerê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, diyar kir ku çewisandin û pêkûtiyên li herêmê du qat ji yên OHAL'ê girantir in û referandûm "tê wateya dengdayîna zilma li herêmê" û wiha got: "Wêneyên îşkenceyê yên tên belav kirin îşkenceya li herêmê piştrast dikin."
Piştî destpêkirina pêvajoya referandûmê, wek beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Nisêbînê û cihwarên li derdora wê hatina nûçeyên "êrîşan" dest pê kirin. Dubare qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û polîs û leşker dest bi dorpêçkirinan kirin. Her wiha agahî û nûçeyên ji gundê Xerabê Bava tên jî, îdiayên salên 90'î bi bîr dixin.
Piştî hin îdiayên wek îşkence û muameleya kirêt derketin holê, ev îdia ji aliyê parlementerên HDP û hin parlementerên CHP'ê heta Meclîsê hatin veguhastin. Piştî Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu hin wêne parvekirin û paşê têkildarî vê mijarê di navbera wî û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu de nîqaş derketin, ev îdia bûn rojev. Tanrikulu têkildarî mijarê ji dîhaberê re axivî.
WÊNEYÊN TÊN ÎDIAYAN PIŞTRAST DIKIN
Tanrikulu, yê berê jî dema parêzertî dikir û li herêmê bûbû şahidên gelek tiştan, got bi riya hin parêzeran hin agahî jê re hatine û anî ziman ku, li hemberî vana guhnedêrî ne mumkun e. Tanrikulu wiha got: "Di ser parêzeran re hin agahî ji min re hatin. Li herêmê qedexeya derketina derve didome. Îdiayên; gelek gundî hatine binçavkirin, rastî îşkence û muameleyên kirêt hatine hene. Wêneyên ji min re hatin û min parvekirin, van îdiayan piştrast dikin. Divê hikûmet di vî warî de daxuyaniyekê bide
Geçmişte avukatlık yaparken de bölgede yaşananlara tanıklık etmiş bir isim olan Tanrıkulu, bölgeden avukatlar üzerinden kendisine bir takım bilgiler geldiğini ve bunlara duyarsız kalmasının söz konusu olamayacağını söyledi. Tanrıkulu, “Bana avukatlardan gelen bilgi var. Bölgedeki sokağa çıkma yasağı devam ediyor. Bir çok köylünün gözaltına alındığı, işkence ve kötü muamele gördüğü iddiaları var. Bana gelen ve paylaştığım fotoğraflarda bu iddiaları doğruluyor. Hükümetin bu konuda bir açıklama yapması gerekiyor” dedi.
BERSIVEKE HIKÛMETÊ TUNE YE
Tanrikulu, anî ziman ku ji dêvla hikûmet vê bike serî li tawanbariyan dide û wiha got: "Min li Meclîsê mijar xist rojevê, wêne şanî AKP'yiyan da, lê nikaribûn tiştekî bibêjin." Her wiha Tanrikulu bi bîr xist ku wî têkildarî mijarê pêşniyaznameyek jî berpêş kiriye û bi taybetî jî di dema OHAL'ê de zêdebûna êrîşan wiha niraxan:
DIXWAZIN DI PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ DE BITIRSÎNIN Û BIQUTIFÎNIN
“Di pêvajoya referandûmê de mebesta pêkanîna van tiştan tirsandin, çavtirsandin û qutifandine. Dixwazin vê bikin. Di atmsfereke wisa de referandûm çênabe, nayê çêkirin. Li seranseriya Tirkiyeyê OHAL heye, li herêmê jî du qatan zêdeyî OHAL'ê nêvengeke çewisandin û binpêkirinê heye. Heta di şert û mercên li herêmê de asayîbûnek çênebe, dê mirov bi awayekî tenduristiyane çaw abiçin ser sindoqan. Li herêmê ji xwe derfetên propagandayê, fealiyetên siyasî tune ne. Ji ber ev tune ye dê hilbijartineke adil û dirûst çênebe."
EV DI HEMAN DEMÊ DE DENGDAYÎNA VÊ ZILMÊ YE JÎ
Her wiha Tanrikulu diyar kir ku, bi taybetî jî ji ber êrîşên li dijî HDP'ê û siyaseta kurd, baweriya gelên herêmê bi "sindoq û hilbijartinan" nemaye û wiha domand:
“Nêzîkatiyeke mirovên herêmê ya wisa heye; 'em diçin ser sindoqan, vîna xwe derdixin holê, lê vîna me nayê naskirin. Ji ber vê em ê ji bo çi biçin hilbijartinê.' Ev ne nêzîkatiyeke rast e. Ev ne hilbijartineke di navbera partiyên siyasî de ye. Dê deng ji bo tu partiyan neyê dayîn. Di heman demê de ev referandûm dengdayîna zilma Erdogan û AKP'ê ya li dijî gelê kurd e. Neçûyîna ser sindoqan tê wateya tesdîqkirina vê zilmê û dê Erodogan jî vê encamê jê derxîne. Dê bibêje, polîtîkayên min rast bûne û herêm piştevaniya min dike.
DÊ 'NA' PÊVAJOYEKE NÛ BIDE DESTPÊKIRIN
Divê her welatî xwe wek muşahidekî bibîne. Lê belê, tenê dema ji sindoqan 'Na' derkeve, dê li herêmê dubare pêşiya pêvajoyekê û demokratîkbûyînê bê vekirin. Berkesê vê, tê wateya tesdîqkirina van polîtîkayan.