ÊLIH - Serokê Şaxa SES'a Êlihê Deniz Topkan, têkildarî hilbijartina refrandûmê wiha got: "Em ê ji bo her hevalekî/e xwe yên bi KHK'yan ji karê xwe bûne bibêjin 'Na'."
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) a Êlihê Deniz Topkan, diyar kir ku ew pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevakriya AK Partî û MHP'ê hatiye amadekirin bi tu awayî demokratîk nabînin û wiha axivî: "Heta niha çawa ku me ji tu kesî re bendetî nekiriye, em ê ji niha û pêve jî nekin. Ji ber vê em ê di vê referandûmê de ji bo her hevalekî/e xwe yên bi KHK'yan ji karê xwe bûne bibêjin 'Na'."
‘BI FERASETEKE KU WELAT BER BI BERBERÎBÛNÊ VE DIBE HAT AMADEKIRIN'
Topkan, diyar kir ku pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn bi feraseteke ku dê welat dabeş bike û ber bi berberîbûnê ve bibe hatiye amadekirin û wiha got: "Di OHAL'ê de çêkirina referandûmê bi tena serê xwe pirsgirêkek e û madeyên hatine guherandin jî ji bo pêşeroja me, şexsê me û civaka me tu tiştekî baş di xwe de nahebîne. Em ê li dijî pergaleke ne demokratîk tewrê xwe nîşan bidin."
Topkan, anî ziman ku ew wek SES'ê perçeyekî ji têkoşîna kes, aştî û azadiyê ne û wiha axivî: "Ne mumkun e ku em vê pergala ku veqetana hêzan ji holê radibe, hemû raye dikevin destê kesekî, maf û azadiyên bingehîn ên kedkaran ji holê radibin qebûl bikin. Ev nêzîkatiya ku dê venihêrtina wê neyê kirin, neyê rexenkirin û hemû tişt ji aliyê kesekî tenê ve bên diyarkirin tê wateya bendetiya ji bo bendeyan. Heta niha çawa ku me ji tu kesî re bendetî nekiriye, em ê ji niha û pêve jî nekin."
‘DÊ TEWRA ME 'NA' BE'
Topkan, ji bo ew ewlehiya xwe ya ked û kar biparêzin vê guherînê red dikirin û wiha got: "Dê di vê referandûmê de ji bo her hevalekî/e me yên bi KHK'yan ji karê xwe bûne tewra me 'Na' be. Em wisa difikirin ji bo pêşeroja vî welatî tewra rast ev e."