WAN - Li Wanê, 2 sal berê 2 zarokên 10 salî rastî îstismara zayendî ya mamosteyekî hatibûn. Derbarê bersûc de îdianame hat amadekirin û heta 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Mamosteyê îstismarkar ê piştî 11 mehan serbest hat berdan, dê îro rûniştina doza wî pêk bê, lê di îdianameyê de delîlên herî şênber hatine veşartin.
Li Wanê, di 18'ê Kanûna 2015'an de mamsoteyekî 48 salî 2 zarokên 10 salî îstismar kiribû. Îdianameya derbarê mamsoteyê îstismarkar de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji aliyê Dozgerê Komarê Şeref Kaya ve hat amadekirin de, der barê bersûc de bi tawanbariya "îstismara zayendî" 2 caran 15 sal cezayê girtîgehê û cezayê dê li tu saziyên cemareyê nikaribe bixebite tê xwestin. Dê yekemîn rûniştina dozê jî îro saet di 10.30'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.
DI ÎDIANAMEYÊ DE HEYE, LÊ DELÎL TUNE YE!
Roja ku li dibistanê îstismar çêbû, dema xwendekarek ji destê mamsote direve, dîmenên wê di kamerayên li korîdora dibsitanê tên qeydkirin, lê ev qeyd nehatine dîtin. Qeyd ji rêveberiya dibsitanê hatin xwestin, lê gerînendeyê dibsitanê wiha îdia kir: "Tune, kamera naxebite."
Her wiha, xebatkarekî paqijiyê mamosteyê îstismarkar û zarok bi hev re dîtibûn. Li ser vê ji bo îfadedayînê dadgehê gazî xebatkar kir. Lê gerînendeyê dibistanê gotiye, "Xebatkarekî me yê wisa tune ye." Lê di lêkolîna ji aliyê Gerînendetiya Perwerdehiya Milî ve hat kirin de, derketibû holê ku xebatkarekî wisa heye.