WAN - Xwendekarên li wargehên girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dîmînin, îdia kirin ku şebê tevlî xwarinên wan dikin.
Hat îdiakirin ku li wargehên Saziya Wargehên Krediyê (KYK) ên girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, şapê davêjin nav xwarinan. Xwendekaran îdia kir ku, şap (madeyeke antîseptîk) ji aliyê îdareya wargehê ve tevlî xwarinên wan tên kirin û anîn ziman ku, qan gelek caran gilî kiriye lê tu encam jê derneketine.
‘NIKARIM LI WARGEHÊ XWARINÊ BIXWIM'
Xwendekarê bi navê R.U. wiha îdia kir: "Hemû rêveberiya KYK'ê û kesên rayedar dizanin şap tevlî xwarina xwendekaran tê kirin, lê li hemberî vê bêdeng in. Ji ber şap dibe sedema xerabûna hormonan, nikarim li wargehê xwarinê bixwim."
Xwendekara jin a bi navê Z.K. jî diyar kir ku, ew 3 sal e li wargehê dimîne û derpêş kir ku, ji ber xwarinên li wargehê ew gelek caran nexweş ketiye. Z.K. wiha axivî: "Ji roja li wargehê bi cih bûm, li bin çena min zêde mû çêdibin. Û wextê min ê ketina cilan serober bûye. Divê tu kes ji bo jiyana zayendî ya hin eksan birayrê nede yan jî li gor aqilê xwe hin tevdîran negire. Divê demildest dawî li vê rewşê bê. Ev ne tiştekî exlaqî û wijdanî ye."
Xwendekarê bi navê G.A. jî anî ziman ku wan bi nivîskî giliyên xwe ragihandine Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) û bi devkî jî ragihandine îdareya wargehê, lê heta niha tu encam bi dest neketine. G.A. wiha got: "Şapê davêjin nav xwarinên me û qaşo bi vê re profîlekî muhafezekar didin der. Gelek caran me bi rêveberiya ku tenduristiya me ber bi rewşeke talûke ve dibe re hevdîtin çêkirin, lê mixabin tun encam jê derneketin. Em ê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bitêkoşin. Em ji bo hestiyariyê bang li TTB û SES'ê dikin."
Têkildarî îdiayan em bi riya telefonê li Gerînendeyê KYK'ê Hamdullah Çoban geriyan, lê bersiva telefonên me nehatin dayîn. Li ser vê me bi rayedarekî din ê wargehêr e hevdîtin çêkir û ev rayedar ji bo îdiayan bersiva "Tiştekî wis adibe hebe" da. Rayedar ê nexwest navê wî di nûçeyê de derbas bibe wiha got: "Xwarin ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ya Bajêr ve tên kontrolkirin. Di nivîsa me d eheye, ew tên nimûneyan werdigirin û tahlîl dikin. Ez ê ji ku bizanibim şap tê avêtin an jî nayê avaêtin. Berê jî xwendekaran giliyên xwe ragihandibûn BÎMER'ê. Heke nerihetiya yek jî wan hebe, bila biçin nexweşxaneyê. Heke bijîşk got, 'nerihetiya te ji ber xwarinê ye' ewçax çi hewce be em ê bikin. Heke rewşeke wisa bila biçin nexweşxaneyê. Yanî dibe tiştekî wisa hebe. Carinan wêneyên kêzikên di nav xwarinan de dertên dikşînin û dişînin. Çi malûm e ku wan kêzik nexistibe nav xwarinê."