Qedexeya li gund Xerabê Bava sûcê wan nîşan dide

MÊRDÎN - Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay diyar kir ku asntengkirina heyetên ku dixwazin biçin gundê Xerabê Bava nîşan dide li wê derê sûc pêk tê û wiha axivi: "Li gund windahiya sewalan, îşkenceya tê kirin û windahiya mirovan hemû di berpirsyariya waliyê Mêrdînê de ne û walî wê hesaba van pêkanînan bide.

Gundê Xeraba Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 14 roj in di bin dorpêça leşkeran de ye û destûr nayê dayîn ku tu kes an jî heyetên tên bajêr ji bo pêkanînên li gund lêkolîn bikin biçin wir. Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay ê ku ji bo îşkenceya di bin çavan de, serdegirtinên malan, mirinên li gund û telefa sewalan lêkolîn bike hatiye bajêr da zanîn ku qedera herêmê ev bi salan e wiha ye û hê nehatiye guhertin. Altay, bi lêv kir ku pêkanînên di salên 90'i de pêk dihatin piştî demek dirêj hatin hînbûn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Sûcên ku li ser navê dewletê pêk dihatin piştî demên dirêj raya giştî û gel hîn bû. Mirovan demek dirêj ev rastî nezanîn lê niha heman tişt li gundê Xerabê Bava tên jiyîn. Ev gund di salên 90'î de hatin xerabkirin û gundî bi zorê hatin derxistin. Dema ku mirov li wan salan binêre mirov dikare encamên pêkanînên niha jî bibîne.

GER ARMANC OPERASYON BÛYA DIKARÎN ROJEKÊ XELAS BIKIN

Altay anî ziman ku asntengkirina wan heyetan dide xuyakirin ku li gund sûc pêk hatiye û axaftina xwe wiha domand: "Leşkerên ku me asteng dikin dibêjin, 'Li gund gelek şkeft û di bin xaniyan de jî stargeh hene' û vê yekê dikin sedema operasyonê. Ev der xwedî dîrokek 5 hezar sal e û şkeft û stargehên di bin malan de tiştek normal e. Ger armanca vê operasyonê girtina hin kesên ku weke, "terorîst" bi lêv dikin be 14 roj in dikarin her tiştî bikin. Di vê operasyonê de dikarin li gund her quncikê bigerin û lê binêrin. Lê armanca wan ne ev e. Ger heya niha deriyên gund girtî bin û rêya gund girtî be ev yek dide xuyakirin ku li vê derê sûc pêk tê.

HIKUMET DIXWAZE ÇAVÊ GEL BITIRSÎNE

Altay destnîşan kir ku bi van operasyonan dixwazin ji bo referandûmê çavê gel bitirsînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dixwazin tundiyê li ser pêk bînin û di referandûmê de dengên "Na" kêm bikin. Divê gelê me yê rojavayê Tirkiyeyê vê yekê baş bibînin. Li van gundan dengên "Na" zêde û bi vê dixwazin çavên gel bitirsînin. Em nikarin têkiliyê bi welatiyan xwe yên li van gundan re danin û tu mafê dewletê tuneye ku vê yekê bike. Di salên 90'î de me dikarî em bibêjin haya me ji van pêkanînan çênebû. Lê ger îro em vê yekê bibêjin ev yek tê wê wateyê ku me çav û guhên xwe girtine."

Altay diyar kir ku 3'emîn şerê cîhanê li ber deriyê me ye û AKP vî agarî her ku diçe gurtir dike û wiha pêde çû: "AKP'ê her ku diçe vî agirê gurtir dike. Aştî di vê herêmê re derbas dibe û ji ber vê yekê divê em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. An na em jî dê weke gelê Sûrî yên ji warên xwe koçber bûne, koçber bibin. Divê her kesê ku aştiyê dixwaze êdî dengê xwe bilind bike."

ROJ WÊ BÊ WALÎ DÊ HESABA VAN PÊKANÎNAN BIDE

Altay herî dawî waliyê Mêrdînê weke berpirsyarê pêkanînên li gund nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Walî xwesteka me ya hevdîtinê bê bersiv hişt û biryara vê operasyonê walî daye. Walî berpirsyê kuştina sewalan, îşkenceya ku pêk tê û mirina kesên di gund de hemûyan e. Walî nikare bibêje em talîmat ji hikumetê stendiye û ev ne sûcdar im. Fermandarên ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê operasyon pêk anîne hemû niha di girtîgehê de ne. Wê rojek were waliyê Mêrdînê jî dê hesaba vê yekê bide."