MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran der barê qedexeya li ser gundê Xerabê Bava diyar kir ku dema ji bo têketina bajarekî, herêmekê an jî gundekî tên astengkirin wê demê tê famkirin ku li dera astengî hebe binpêkirina mafan û derhiqûqî heye.
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku 4 roj in hewl dide biçe gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê diyar kir ku biryara van pêkanînên li gund di tu qanûnan de tuneye, biryar ji devê kesekî derdikevin û wiha got: "Qedexeyên ku tên îlankirin cihê xwe di makezagonên wan de jî tuneye. 4 roj in em li vir bendê ne ku heyeta me biçe gund tişta ku hatiye serê gundiyan di cih de bibîne. Di rewşa OHAL'ê de hin tişt tên astengkirin lê di nava van de mafê astengkirina jiyana mirovan nikare were astengkirin. 14 roj in mafê mirovên li gundê Xerabê Bava yê jiyanê hatiye astengkirin. 14 roj in welatî nikarin derkevin ber deriyê xwe, nikarin li xizmên xwe re bikevin têkiliyê. Mirov ji ku bigire dest ev pêkanîn dimînin destê mirov de. Yên ku îro van pêkanînan pêk tînin ji devê kesekî vê biryara der hiqûqî distînin. Dema ku yên vê biryarê didin xwe ji van pêkanînan xelas bikin kesên ku li van gundan pêkanînan dikin wê werin darizandin."
EM LI CIZÎR, ŞIRNEX Û NISÊBÎNÊ JÎ ASTENG DIKIRIN
Başaran da anî ziman ku AKP dixwaze her kesê dijberî xwe weke, "terorîst" îlan bike û axaftina xwe wiha domand: "Astengiya li hemberî me baş tê famkirin. Em ji Cizîrê dizanin ka ji ber çi me asteng dikin û destûrê nadin em biçin gund. Dema destûr nedan ku em biçin Cizîrê me dît ku qetlîam pêk anîn. Hikumeta AKP'ê hatiye astek wisa ku her kesê dike dijî xwe dike, "Terorîst" Van gundiyan jî weke, "Terorîst" bi nav dike. Heya îro kengî di ketina bajarekî de, an jî ya gundekî de astengî ji me re derxistin bin di wê derê bê hiqûqî pêk hatiye."
BILA RÊYA XERABÊ BAVA VEKIN HEWCEHIYA GUNDIYAN BI ALÎKARIYA WAN TUNEYE
Başaran da zanîn ku hewcehiya şêniyên gund bi alîkariya walîtiyê tuneye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Walîtiya Mêrdînê dibêje em alîkariyê didin gundiyan. Tu kesî hewceyî bi alîkariya wan tuneye. Bila rêya gung vekin wekî din gundî tiştekî ji walîtiyê naxwazin. Ev mirov sewalkariyê dikin û tenê bi sewalkariyê debara xwe dikin. Niha derketina derve qedexe ye û ev gundî wê çawa bikarin li sewalên xwe binêrin. Piştî ku sewalên wan ji destê wan derxin tu wateya alîkarî an jî tiştek din tuneye."
GER WALÎ RAST DIBÊJE BILA WEKÎLÊ AKP'Ê WERE EM BIÇIN GUND
Başaran bersiv da daxuyaniya walîtiyê ya ku dibêje, "jiyana welatiyan ne di xetereyê de ye" û wiha pêde çû: "Ger rast dibêjin û jiyana van mirovan ne di talokê de ye bila rê vekin em çend mirov biçin wan bibînin. Ger rewşa welatiyan baş be em jî wê derkevin û daxuyaniyekî bidin. Em di rewşên wisa de propagandayê nakin, a rast çi ye em wê dibêjin. Bila parlemeterê AKP'ê yê Mêrdînê were em bi hev re biçin."
AKP AMADEKARIYÊN REFERANDÛMÊ DIKE
Başaran berfirehkirina qedexeya li gundan weke dijberî xebatên HDP'ê yên referandûmê bi lêv kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Armanca wan a berfirehkirina qedexeyê çi ye. Rewşa nebaş a ku artêşa tirk ketiyê dixwazin bi van pêkanînên li gel xelas bikin. AKP ji bo ku pêşiya dengê "Na" bigire vê yekê dike. Heya ku em ji bo çûna gund encamekî bidest bixin em ê hewldanên xwe berdewam bikin.