NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Mirovan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor) 49 ton mendeliyên Tirkiyeyê vegerandin.
Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Mirovan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor) 49 ton mendeliyên ku ji Tirkiyeyê sewkî bajarê Sivastopolê kiribûn destûr neda ku têkeve Rûsyayê. Bûroyên Kirim û Sivastopolê yên Rospotrebnadzorê di daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de ragihandin ku di feribota ku navbera Sivastopol û Zonguldagê seferan dike de mendeliyên ku ne li gorî şertên tendirustî bûn destûra ketina wan a welat nehat dayîn. Tirkiye, di 4'ê Mijdarê de 700 ton berhemên narinciye şandibû bajarê Sivastopolê û 49 ton mendeliyên ku ne li gorî şert û mercên tendirustî bûn jî di nava wê sewkiyatê de bûn.