Wezîrê berê Gunay: Îktîdar dixwaze hêza otorîter ava bike

AMED - Wezîrê Turîzmê yê berê Ertugrul Gunay, têkildarî guhertina qanûna bingehîn diyar kir ku ev qanûn xizmeta yekîtiya civakan nake û dê Tirkiye texe bin vesayeta kesekî. Gunay, anî ziman ku hiqûq ji bo her kesî lazim e û wiha got: "Dixwaze hêza otorîret ava bike. Ev feraset şaş e. Ne hemdem e."

Wezîrê Turîzmê yê berê Ertugrul Gunay, têkildarî referandumê û guhertina qanûna bingehîn ji dîharerê re axivî. Gunay, anî ziman ku wekî hiqûqnasekî bi baldarî li xalên bên guherdin dinere û wiha got: "Bi mantiqa hiqûqê nehatiye nivîsandin. Ev guhertin hemû erk û fermandê dixe destê kesekî. Hemû organ di bin waseyeta kesekî de kom dibe. Yên dibêjin 'Em dê li dijî vê vesayetê têbikoşin' dijberî vê yekê hemû vesayetê dixe bin kontorla xwe. Ev ne ferasetek hemdem e. Ev feraseta her tiştî têxe bin kontrola xwe ye. Ji DYA heta welatên Ewropa li hemû welatên pêşketî demokrasî ne di bin wesayeta kesekî de ye. Lê li vir hêmû hêz dikeve destê kesekî. Hemû erk û hêza 25 kesên ku dibe lijneya wezîran tev dikeve destê kesekî. Di vê serdem û sedsalê de tiştekî wisa nabe. Ev ferasetek şaş e.

DIXWAZE PERGALA OTORÎTER AVA BIKE

Gunay, anî ziman ku di danezanên Ak Partiyê yên hilbijartinên salên 2002, 2007 û 2011'an de qet behsa pergala Serokdewletiyê nehat kirin û wiha got: "Di hilbijartinan de pergala demokrasiya parlamenter dihat parastin û wiha got: "Niha em dibînin ku dest ji vê pergala parlamenteriyê berdaye. Ji bo ku civak vê pergalê zêde fam neke û niqaş neke lez dike. Dizane ku firsenda niqaşê bê dayîn, AKP dê di nava xwe de bêje me ev waat nekiribû. Dê bêjin me xurtkirina demokratîkbûna parlamenteriyê kiribû. Dixwazin bi piştgiriya MHP’ê pergala otorîter ava bikin."

DIVÊ GEL BIJARTINA AZAD BIKE

Gunay, zimanê îktîdarê yê li dijî eniya "Na" jî rexne kir û anî ziman ku pêwiste hilbijêr azad bijartina xwe bike û wiha got: "Pirsgirêka herî mezin zimanê "wêdekirinê" ye. Ger ku zimanê ên din ji aliyê rêveberên dewletê ve pêş bikeve ev nebaş e. Divê şert û mercên wekhev û azad bên avakirin. Lê niha ev nayê kirin. Niha zimanê reşkirin û tawanbarkirinê tê pêşxistin. Zimanê wêdekirin û ê din tê pêşxistin. Ev civakê perçe dike û perçekirinê bi xwe re tîne. Divê ev qanûn li ser komkirin û lihevkirina civakê pêş bikeve. Hêj 2 meh hene. Hêvî dikim ku îktîdar aqilê xwe bide serê xwe.

Gunay, anî ziman ku Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlona 1982'an di serdema darbeyê de hat avakirin û wiha got: "Wê demê kampanya "Na" qedexe bû. Ger ku em îro ne di serdemadarbeyê de bin û di serdema îktîdara sivîl de bin wê demê divê her kes azad tev bigere û azad kampanyayê bimeşîne. Divê saziyên sivîl ên civakî, siyasetmedar û zanîngeh azad bin. Niha gelek partî, rojname û tv hene, lê hemû dişibin hev. Hemû yek tîp in û li dijî demokrasiyê ne. Akademîsyenên zanîngehê tên îxrackirin. Nivîskar û wekîl tên girtin. Di rewşa ku wisa zext zêde ne de hiqaşên Qanûna Bingehîn a azad nayê kirin. Ez hêvî dikin ku dê aqilê xwe bidin serê xwe. Ji ber ku hiqûq û demokrasî ji bo her kesî pêwist e."

Lezgin Akdeniz / Dihaber