MINBIC - Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Dervêş, derbarê geşedanên Babê agahî dan û diyar kir ku hêzên dijî kurdan, rejîm, TSK û DAÎŞ li ser maseyekê kom bûne. Dervêş li ser daxuyaniyên Tirkiyeyê yên ji bo mudaxeleya Minbicê jî got ew cîrantiyek baş dixwazin.
Tevgera “Mertalên Firatê” ya ku ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) û komên OSO’yê ve di 42’ê Tebaxa 2016’an de hat destpêkirin, li dijî herêma Şehba ya ku Cerablus, El Rai (Çobanbey), Ezaz, Exterin, Dabik û Soran digire nava xwe di roja 184’emîn de gihişt Babê.
DAÎŞ PAŞDE VEKIŞIYA
DAÎŞ’a ku heta duh ji sedî 90'ê bajar kontrol dikir hat zanîn hemû hêzên xwe ji koridora başUûrê rojhilat ê hêzên rejîmê re tehliye kirine. Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Dervêş, diyar kir ku hêzen TSK û komên OSO yên di serê meha Kanûnê de gihiştin Babê bêyî şer bikin bajar xisitne bin kontrola xwe û wiha got: “DAÎŞ’ê ji ber hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re ku bi rejîmê re hevkarî kiriye vekişiya.”
'REJÎM, TSK, DAÎŞ LI HEV KIR'
Dervêş, da zanîn ku Tirkiye li Helebê bi riya Rûsyayê bi rejîmê re hevkarî kir û wiha pêde çû: “Ligel ku hêza rejîmê tune ye jî ji başûr ve Bab dorpêç kirin û hişt ku TSK ji rojava, bakur û rojhilat ve encamê bigire. DAÎŞ Baba ku ji sedî 90 kontrol dikir bêyî ku li berxwe bidin ji koridora ku rejîmê û Tirkiyeyê li başûrê rojhilat vekiriye re bajar terk kirin. Ger ne wiha baya ne dikarîn Baba ku ev 3 mehe nikarin bigirin di rojekê de bigirin. Rejîmê ji başûr ve dorpêç kir û cihekê revê nehişt. DAÎŞ dê li Babê îmha bibûya yan jî dê koridor bikar anîbaya. Ev koridor bikar anîn û hêzên birin Tabka û Reqayê. TSK bi rejîmê re bû cîran, lê guleyek jî bernedan hev. Ev jî peymana di navbera wan de dide diyarkirin.”
'EM CÎRANTIYEK BAŞ DIXWAZIN’
Dervêş, daxuyaniyên hikûmetê yên ji bo mudaxeleya Minbicê nirxandin û wiha got: “Hêviya me cîrantiyek başe. Tirkiye bi 25-30 komên ku li hev nakin tevdigere. Ev kom hemû talankerin. Projeyek rêvebirinê ya van koman a ji bo Şehbayê tune ye. Ji ber vê kontrolkirina van koman zehmete. Bi hezaran kes ji van koman û TSK’yê reviyan û hatin herêmên me Efrînê. Heyetên Navneteweyî dikarin bên Minbicê û bibînin ku gel û jiyan me dixwaze yan na. Dixwazin YGP’ê ku Tirkiye wekî hincet nîşan didin di cih de bibînin. Hêza ku ev 3 mehe nikare Baba ku hindî taxek Minbicê ye bigire girtina wê ya Minbicê ne hêsane. Em naxwazin bi Tirkan re şer bikin, lê ew hertim êrîşî gundên me dikin. Gele Minbicê bi me re ne. Ger êrîş bikin soza me daye gel heye em ê heta dawiyê li berxwe bidin.”
'GELÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ NE BÊ ALTERNATÎFIN’
Dervêş, bal kişand ser hevdîtinên 4’emîn ên Cenevreyê û wiha axivî: “Hêzên ku projeya Sûriyeya Demokratîk hene hêzên Bakurê Sûriyeyê ne. Her kes dizane, lê xwe li ber zextên Tirkiyeyê nagirin. Hêjî nûnerên ku gelê Bakurê Sûriyeyê temsil dikin venexwendine. Bi vî halê xwe dê encama civîna 3’yemîn a Cenevreyê derkeve holê. Dê çareserî pêk neye û pirsgirêk dê kûrtir bibe. Gelen Bakurê Sûriyeyê ne bê alternatifin. Niha li Reqayê operawsyonek ku didome heye, li qadên hatine rizgarkiirn jiyana civakî heye. Sibe kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk heye. Gelê Bakurê Sûriyeyê di vê kongreyê de dê derbarê civîna Cenevre 4 de nêrîn û helwesta xwe diyar bikin.”