REQA - Di pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya 15 rojên dawî de, gelek endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. 5 emîrên DAÎŞ'ê ku berpirsiyarê tevlêkirina endamên biyanî, berpirsiyarê cebilxan û ewlekariya DAÎŞ'ê jî heye bi sedan DAÎŞ hatin kuştin.
Pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya qonaxa nû de bi azadkirina gundên bakurê Reqayê re berdewam dike. Operasyona ku her çiqas diçe berfireh dibe, hêjmara endamên DAÎŞ'ê yên li dora Reqqayê tên kuştin jî zêde dibin. Li gor agahiyên ketîn dest, berpirsiyarên maliye, berpirsiyarên tevlîkirina çeteyan ên biyanî û berpirsiyarê cebilxana çeteyan jî di nav de 5 emîrên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Di 15 rojan de 5 emîrê DAÎŞ'ê hatin kuştin. Operasyona Odeya Xezeba Firadê ku berdewam dike, di nava wan de 5 emîrê DAÎŞ'ê jî heyî bi sedan endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
LI GORÎ AGAHIYÊN BERDEST NAVÊN EMÎRAN WIHA NE:
Berpirsiyarê maliyê ya DAIŞ'ê Ebu Hazem El-Muhacirî, berpirsiyarê cebilxaneyan a herêma dora Çemê Firadê Ebû Ebdullah El-Cisrî, serçeteyê bi navê Ebû Cendel El-Kiwîtî li derdora Bendava Firadê de hat kûştin. Di bombardimana rojhilatê bajarê Tebqayê de berpirsiyarê tevlîkirina çeteyên biyanî ya nava DAIŞ'ê Saleh Yehya El-Xezalî Yilmaz hat kûştin. Tê gotin ku Yilmaz bi eslê xwe ji Holandayê ye û berê de di nava Artêşa El-Melekî yê Holandayê de cih digirt, di sala 2013'an de tevlî DAIŞ'ê bibû. Dîsa berpirsiyarê Ewlekariyê ya DAIŞ'ê Mihemed Sadêq li derdora Bendava Firatê hat kûştin, tê gotin ku bi eslê xwe ji Mexrebê (Mexrîbê) ye. Li gor agahiyan ev serçete berê li Reqayê berpirsiyartiya maliyê dikir.
DI 10 ROJAN DE NÊZÎ 225 DAÎŞ HATIN KUŞTIN
Di operasyona Xezeba Firadê ya qonaxa sêyemîn de, li gundên derdora Tebqayê gelek endamên DAÎŞ hatin kûştin. Di hefteya dawî de li başurê gundê Toxuyê, El-Siwêdiyê El-Sexîr û derdora El-Terkîbatê de 66, di encama bombebarankirina balafiran a li ser navend û avahiyên çeteyan ên di Tebqayê de jî 20 çete, bi tevahî 86 endamên DAÎŞ'ê hatine kûştin. Li gor çavkaniyên ji heremê dane, nêzî 15 endamên DAÎŞ'ê dema ku dixwestin bi dizî derbas bakurî bendava Firatê bibin hatin kuştin û 10 endamê DAÎŞ'ê jî di encama darbeyekî asîmanî ji gerac (Meraba erebeyan) ya di gund de hatin kuştin. Hat destnîşankirin ku li heremên di navbêra Reqa û Tebqa û her wiha gundewarên Reqayê de, di nava 10 rojên dawî de emîr jî di nav de 225 endamên DAÎŞ'ê hatine kûştin.
RÊYA ÇÛN Û HATINA DAÎŞ'ê NEMAYE
Bi operasyona Xezeba Firadê re endamên DAIŞ'ê ku bêzar mane, êdî bi tirsandinê gundan vala dikin bi hewanan gundên El-Swêdiyê El-Kebîra, Ceber bombebaran dikin. Dîsa gundên Taxa El-Ewel a Tebqayê deverên El-Rûs û Lîstgeha El-Tênêsê topbaran dikin. Hat ragihandin ku DAÎŞ, ji bo liv û tevgera xwe, tunelên di navbêra Taxa El-Sanî ya ji Dibistana Cemal Ebd El-Nasir heta taxa El-Terkîbatê de bikar tînin. Hat destnîşankirin ku DAÎŞ ji bo cebilxaneyê jî riyên ax a di navbêra Reqa û gundê Sefsafê de bikar tînin û hat ragihandin ku ev rê jî digihije heta pişt Bendavê, Taxa El Ewel a Tabqayê. Li gor agahiyan, ji ber ev rê bi girkên biçûk asê û qamuflajkirî ye zû bi zû nayê dîtin. Di operasyona taybet û bi alîkariya hewayî de ev rêyên sereke yên di navbêra bajarê Tebqa û Taxa El-Ewel deşifre bûne û hatine bombebarankirin êdî DAÎŞ ji bo teqwiya cebilxaneyê nikarin di van riyan de bikin.
DAÎŞ NIKARE DI NAVA ROJÊ DE LI REQQA Û TEBQA BIGERE
Çeteyên ku ewqas zêde windayiyan dan, dest bi xûrtkirina satir (xendekan), çêkirina tunelan kirin û her wiha biryara êdî divê tu çete di nava rojê de serbest hareket nekin, derxistin. Li gor agahiyan, çeteyan satirên axî di cade û bazarên bajarê Tebqa û Reqayê de bilind dikin. Tunel û satirên li devera El-Mensûr ya dikeve rojhilatê bajarê Tebqa û li taxên Dahiyet, 23 Sibat û di cadeyên El-Wadî û Til Ebyed ên Reqayê jî zêde dikin. Hat gotin ku piştî kûştina berpirsiyarê Ewlehkariyê ya DAIŞ'ê çeteyê bi navê Ebû El-Hesen ku navê xwe ya rast Îbrahîm El-Kedro ye û eslê xwe ji bajarê Minbicê ye hat tayînkirin.
Endamên DAÎŞ'ê ku derbeyên mezin dixwûn, li Reqa û Tebqayê hê bişev sekvanan li ser avahiyan bi cih dikin û tevgera endamên xwe yên di nava bajêr û derveyê bajêr qedexe kirine.
Erdogan Altan - dîhaber