COLEMÊRG - Nûçegihana DÎHA’yê ya bi biryarnameya KHK’ê hat girtin, Şemîn Soydan bi hinceta operasyonên li Geverê yên li dijî rayagiştî ragihandiye û bi “cezayê heta hetayê” dihant darizandin hat berdan.
Doza nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi biryarnameya KHK’ê hat girtin Şermîn Soydan ku ji ber nûçeya “Vaye belgeyên veşartî yên operasyona Geverê” ji raya giştî re ragihandin di 14’ê Gulanê de hatin girtin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.
Soydan ku bi îdîayên “Belgeyên girêdayî ewlehiya dewletên yên veşartî bi destxistine” û “Îmkan û şerê dewletê xistiye tahlûkeyê” bi cezayê “heta hetayê” dihat darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû. Di doza ku malbat û parêzerên Soydan têde amade bûn de piştî tespîta nasnameyan, şahid Îbrahîm Aşan hat guhdarkirin.
Piştre ji Soydan hat pirsîn ka dê îfade bide yan na û Soydan da zanîn heta dernekeve pêşberî dadgehê dê îfade nede.
Heyeta dadgehê ya ku biryara xwe aşkera kir, pêvajoya girtinê ya Soydan li ber çavan girt, bi şertê kontrola edlî serbest berda û doz taloqî 13'ê Çileya 2017'an kirin.