Li Babê teqîn: 45 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Babê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 45 kes mirin û zêdeyî 100 kesi jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê hat diyarkirin ku li Babê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne. Operasyona Mertalên Firatê ya li Sûrieyyê bi tevlêbûna leşkerên TSK'ê û Arteşa Azad a Sûriyeyê (OSO) didome. Di operasyona li Babê ku li dijî DAÎŞ'ê pêk tê de bi maşîneyek bombebarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku li gundê Susyanê êrişa bi bombeyî pêk hat. Hat diyarkirin ku di êrîşê de hêzên leşkerî bûn hedef. Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işik diyar kiribû ku dê di demek nêzîk de El Babê têxin bin kontrola xwe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Doganê jî hat diyarkirin ku piştî êrîşê herî kêm 40 kesên di êrîşê de birîndar bûne anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê. Hat zanîn ku êrîş li gundê Susyanê ku hêzên OSO û TSK'ê bi dest xistibû pêk hatiye.