XERPÊT - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê nameya Girtiyê siyasî Murat Akkurt a bi kurdî nivîsandibû wekî “Zimanê nayê zanîn" bi nav kir û destûr neda bişîne.
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê nameya Girtiyê siyasî Murat Akkurt ku bi kurdî nivîsandibû û xwest ji birayê xwe yê li Girtîgeha Bedlisê re bişîne wekî “Zimanê nayê zanîn" bi nav kir û destûr neda bişîne. Rêveberiya girtîgehê kurdî wekî "Zimanê nayê zanîn" bi nav kir û dest danî ser nameyê. Xizmên Akkurt ku çûn ziyareta Murat Akkurt diyar kirin ku nameya wî hatiye desteserkirin û name neşandine ji birayê wî re.