WAN - Mamosteyê ku li Wanê li dijî 2 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî hat girtin.
Doza mamosteyê 48 salî yê ku li dijî 2 zarokan îstîrmara zayendî pêk anî, piştî 11 mehan girtî ma û serbest hat berdan li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Piştî nasandina nasnameyan îfadeya bersûc H.G. hat girtin. H.G. ê bêgirtî tê darizandin sûcdarî qebûl nekirin û wiha got: “Piştî desr qetiya min li refek vala ders da xwendevanan lê derî vekirîbû. Karkerên paqijiyê dihatin û diçûn. Zarok van tiştan hemûyan ji ber xwe çêdikin ji bo neyên dersan dibêjin. Malbatan j imin pere xwestin ji ber min neda wiha dibêjin. Ez sûcdariyan qebûl nakim.”
‘GER BÊGIRTÎ BÊ DARIZANDIN DÊ WIJDANAN NERIHET BIKE’
Piştre parêzerê dozê Denîz Işik mafê axaftinê girt, diyar kir ku ger bersûc bêgirtî bê darizandin dê wijdanan nerihet bike û wiha got: “Ev sûce hatiye kirin di civakê de rûdaye ji ber wê nikare bêgirtî bê darizandin. Ev sûc dikeve nava sûcên katalogê. Em dixwazin bê girtin.”
Piştî îfadeyên malbatên zarokan parêzerê bersûc Şahîn canguleç da zanîn ku bi riya çapemeniyê dixwazin zextan li ser dadgehê bidin meşandin û bûyer vehana zarokane.
JI DOZGER DAXWAZA GIRTINÊ
Dozger di mutalaya xwe de diyar kir ku bersûc îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan bi fîîlî pêk aniye û xwest bersûc bê girtin. Piştre heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û diyar kir ku bersûc H.G. ê serbest tê darizandin ji ber sûcê kiriye dikeve nava “sûcên katalogê” û bi fîîlî pêk aniye biryara girtinê da. Dadgehê doz taloqî 20’ê Adare kir.
Piştî dozê parêzerên zarokan û aktîvîstên VAKAD’ê diyar kirin ku dê ev doz ji yên din re bibe mînak.