STENBOL - Bloka Aştiyê, Yekîtiya Ji bo Demokrasiye, Hewldana Welatiyî û Koma Diyalogê, li dijî xistina wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniya hevpar dan. Li ser navê berteka hevpar Hunermend Zulfu Livanelî diyar kir ku dixwazin HDP’ê li derve meclîsê bihêlin û wiha got: "Divê her kes li dijî vê pêkaninê dengê xwe bilind bikin."
Bloka Aştiyê, Yekîtiya Ji bo Demokrasiye, Hewldana Welatiyî û Koma Diyalogê, li dijî xistina wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û pêvajoya referandumê li Odela Pointê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de pankart û fîlemayên li ser “Em aşkere aşkere bêjin... Ji serdestiya yek sekî re, ji daraz, rêveberin û zagonsaziya ku di yek destî de kom bibe, bê peywirkirina meclîsê rakirina dewleta hiqûqê re û rejîma yek zilamî re Na. ” û “Tirkiye pêşeroja xwe hildibijêre" vekirin.
‘REWŞA YUKSEKDAG ÊDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Nivîskar Oya Baydar axaftina vekirina civînê kir û wiha got: "Li cem me hiqûq ji bo hin kesan tune û ji bo hin kesan pir e. Ev rewşek pir giran e. Di pêvajoya referandumê de partiya sêyem a meclîsê HDP'ê di bin zextên mezin de ye. Xebatên wê yên li meclîsê tên asteng kirin. Wekîl tên girtin û berdan. Hemû hevşaredar, rêveber û wekîl girtî ne. Xistina parlamenteriya Yuksekdag êdî bû dilopa dawî û ev nayê qebûlkirin. Em wekî ahlaqî û wîjdanî li vir in. Di şexsê HDP'ê de yên demokrasiyê diparêzin, dê bedelê vê yekê bidin."
Li ser navê Koma Diyalogê metnê hevpar Hunermend Zulfu Livanelî xwend. Livanelî, diyar kir ku di dilê her kesî de fikar û guman heye û wiha got: "Em nifşê ku rojên pir xerab dîtinne ne. Lê îro rewş hîn girantir e. Milekî civakê li jora milê din dibînin. Em aştiya civakî dixwazin. Em di şertê OHAL'ê de diçin referandumê. Mafê muxalefetê yê azadiya ramanê û şertên propaganda bi biryarên KHK'ê ji destê muxalifan digirin. Dengê hêza muxalif tê qutkirin. li ser medya sansur heye. Bi deh hezaran kes girtî ne. Bi sed hezaran kes tên îxrackirin û dûrxistin. Li derve û hundir hewaya şer heye. Di van şertan de referanduma ku pêk bê ne rewa ye. HDP herî zêde dibe hedefa pêkanînên dijhiqûqiyê. Bi girtin, binçavkirin û astengiyên cuda pêşiya HDP’ê digirin. "
'XISTINA WEKÎLTIYA YUKSEKDAG LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E '
Lîvanelî, anî ziman ku xistina parlamenteriya Yuksekdag li dijî qanûna bingehîn e û wiha berdewam kir: "Partiya ku bi vîna milyonan hatiye hilbijartin û di meclîsê de partiya sêyemîn e, dixwazin bi awayekî fîîlî bigirin û li dervê meclîsê bihêlin. Di dîroka Komarê de ji sala 1920’an heta niha yekem car wekiltiya seroka giştî ya partiyek siyasî tê xistin. Mînaka vê yekê tune ye. Ev li dijî Qanûna bingehîn e."
WEKÎLÊN HDP Û CHP'Ê ÇAVTIRSANDÎ DIKIN
Livanelî, da zanîn ku xistina parlamenteriya Yuksekdag siyasî ye û wiha berdewam kir: "Dixwazin HDP’ê li dervê meclîsê bihêlin. Dixwazin wekîlên HDP û CHP’ê çavtirsandî bikin. Ji kijan partî û xeta siyasî dibe bila bibe divê dewleta hiqûq û demokratik biparêzin. Divê her kes ji bo partiya siyasî û zagonî HDP’ bi awayekî azad xebatên xwe bimeşîne, wekîlên girtî bên berdan û xebaten referandumê di şertên wekhev de bên meşandin her kes li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin."
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê EMEP'ê û Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê Levent Tuzel jî anî ziman ku siyaset û medya di bin zextan de ye û wiha got: "Em vê yekê di şexsê HDP'ê de bi dijwarî dibînin. Biryara der barê Yuksekdag de nîşan dide ku hiqûq nemaye. Daraza ku îro ne ser bixwe ye.
Dixwazin di pêvajoya referandumê de HDP bê tesîr bihêlin. Ev nêzîkatiyek talûke ye."
‘DESTÛR BIDIN KETINA GUNDÊ XERABÊ BAVA'
Hevberdevka Bloka Aştiyê Ayşe Erzan jî çavdêriyên li ser Gundê Xerabê Bava parve kirin. Erzan, anî ziman ku destûr neda heyet biçe Gundê Xirabê Bava û wiha got: "Demadestûr neda biçin gund hat hînbûn ku li gundekî din rewşek bi heman rengî li gundê cîranê wan heye. Li gundê Xerabê Bava ku 14 rojin di bin dorpêçê de ye 15 kilometre dûrî gund ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Bi qasî em dişopînin rewş pir xerab e.
‘XISTINA WEKÎLTIYA YUKSEKDAG DIJMINANTIYA JINÊ YE'
Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî anî ziman ku anî ziman ku armanca partiya wan pêşxistin û têkoşîna demokrasiyê ye û wiha got: “Dengvedana evîna mirov, ciwan, jinan a azadiyê girîng e. Me ev yek di 7'ê Hezîranê de dît. Dîsa ji bo ev mirov bi hevre nejîn me dît çi hat kirin. Li wî welatî bi dehan teqîn pêk hatin. Bi sedan kes mirin. Tundî ji ku tê bila bê me bi hezaran mirov winda kirin. Kesê wekî wezîr divê hesabê vê yekê bide. Ji ber ku hesabê vê yekê nade êrîşî me dike. Em teslîmî wan nabin. Xistina wekîltiya Yuksekdag dijminantiya jinê ye."